Şehîdên YPG, QSD û Hêzên Xweparastinê hatin veşartin

Cenazeyê şehîdên YPG’ê Demhat Hesekê, QSD’ê Şevger û Hêzên Erkaxweparastinê Cîhat li Hesekê bi merasîmekê li Şehîdgeha Şehîd Dijwar hatin veşartin.

Ji bo şervanên YPG’ê Ehmed Rifayî (Dehmat Hesekê) şervanê QSD’ê Ebdulletîf Meclîd (Şevger) û şervanê Hêzên Erkaxweparastinê Cîhad Şiblî yên li Dêra Zorê 1-2’yê Gulanê dema li ser erka  xwe bûn şehîd bibûn, li Şehîdgeha Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê bi merasîmekê hatin veşartin.

Welatiyên li Meclîsa Mabatên Şehîdan a li taxa Til Hecer a Hesekê hatin ba hev, cenazeyê şehîdan girtin û bi konvoyeke ya ji wesayîtan pêk tê ber bi Şehîdgeha Şehîd Dijwar ve ketin rê.

Li Şehîdgehê merasîma leşkerî ji aliyê şervanên YPG, QSD û Hêzên Erkaxweparastinê ve bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir. Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Îbrahîm Hisên axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Fermandarê YPG’ê Ezîz Hesekê jî destnîşan kir ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê destanên lehengiyê nivîsandine û herêm azad kirine. Hesekê got heta demokratîkbûna Sûriyeyê wê di rêya şehîdan de bimeşin.

Endama TEV-DEM’ê Farûq Tozo jî axivî û got: “DAÎŞ di warê leşkerî de her çendî tê çûbe jî, lê hê jî hucreyên wan yên veşartî hene, dixwazin cihên hatine azadkirin ewlekariya wê têk bibin. Divê her kes destekê bidin hêzên leşkerî.”

Piştî axaftinan û şûnde nasanemayên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Merasîm bi dirûşman û veşartina cenazeyê şehîdan ve bi dawî bû.