Şehîdên Qetlîama Kobanê hatin bibîranîn
Şehîdên Qetlîma Şeva Xederê ya Kobanê li ser gorên xwe hatin bibîranîn.
Şehîdên Qetlîma Şeva Xederê ya Kobanê li ser gorên xwe hatin bibîranîn.
Şêniyên Kantona Kobanê şehîdên Qetlîama Şeva Xederê ya Kobanê li Goristana Şehîdan a Kobanê û ya gundê Berxbatanê bi vêxistina findan li ser gorên wan bi bîr anîn. Bi sedan şêniyên Kantona Kobanê ji bo bîranîna şehîdên Qetlîama Şeva Xedrê ya Kobanê û gundewarê wê berê xwe da Goristana Şehîdên Komkujiyê ya li ser rêya Cerablus û goristana şehîdên qetlîama ya li gundê Berxbatanê.
Li goristanê Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Adil Hec Kerho axivî û got: "Em îro wan kesên ku xwedî têkiliyeke ruhî bi xaka xwe re bûn û bûn qurbanên DAÎŞ`ê ku ajandeya dewleta Tirk a dagirker in, bi bîr tînin. Ji ber ku qetlîam dubare nebe divê her kesek ji me xwe li hember vê xakê berpirs bibîne û xwe li gor şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bike."
Di dawiya merasîmê de find li ser gorên şehîdên qetlîamê hatin vêxistin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 25'ê Hezîrana 2015'an de ango piştî 5 mehan ji têkbirina DAÎŞ'ê li Kobanê, qetlîama li Kobanê û gundê Berxbatanê pêk hat û di encamê de 243 sivîl û 30 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) şehîd bûn.