Şehîdên komkujiya Aqîbê li Şehbayê bi merasîmekê spartin axê

Li Şehbayê şehîdên li gundê Aqîbê ya ku di bomberdûmana dewleta Tirk û çeteyên wê de hatibûn qetilkirin bi merasîmeke girseyî spartin axê.

Bi tevlîbûna sedean welatiyên Efrîn û Şehbayê şehîdên komkujiya gundê Aqîbê li Goristana Şehîdan a Fafînê bi merasîmeke heybet spartin axê.

Gel li pêşiya nexweşxaneya Avrîn ya li navçeya fafînê kombbûn, piştî cenazeyê şehîdan girtinbi konvoyeke ji dehan wesayîtî pêk tên ber bi Goristana Şehîdan ya li Fafînê ve meşiyan.

Li goristanê piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê tevahî şehîdên azadiyê û şûnde li ser navê sazî û meclîsan axaftin hatin kirin.

Li ser navê rêveberiya Meclîsa Kontonê Efrînê Newrûz Ehmed û Hevseroka meclîsa navçeya Şêrewa Ehmd Silêman axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hatin xwestin û bal kişandin ser bêdegiya cîhanê ya li hember kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser sivîlan û bi taybet gelê Efrîn û Rojavayê Kurdistanê.

Piştî axaftinan û şûnde nasameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hate kirin.

Di dawiya merasîmê de bi dirûşman şehîd spartin axê.