Şehba wê bi çalakiyan 8'ê Adarê pêşwazî bike
Jinên li Şehbayê wê bi çalakiyên cihêreng 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pêşwazî bikin.
Jinên li Şehbayê wê bi çalakiyên cihêreng 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pêşwazî bikin.
Endama Koordînasyona Kongraya Star û Komîteya Amadekar a 8'ê Adarê ya herêma Şehbayê Fatmê Silêman li ser amadekariyên 8'ê Adarê axivî.
Fatmê Silêman destpêkê 8'ê Adarê li jinan hemûyan pîroz kir û anî ziman ku 8'ê Adarê bi berxwedan û têkoşîna jinê bi wate bûye.
Silêman diyar kir, ku wê têkoşîn û berxwedana xwe heta azadiya jinan li tevahiya cîhanê bidomînin.
Li ser plansaziya çalakiyên ji bo 8'ê Adarê jî Silêman ragihand ku di 2-3'ê Adarê de wê li Şehbayê ji bo jinan civîn û semîran li ser wateya rojê li dar bixin.
Li gorî Silêman;
"Di 4'ê Adarê de wê jin ên ciwan meşeke girseyî ya bi meşaleyan pêk bînin.
5'ê Adarê Kevana Zêrîn wê karnavaleke bi cil û bergên jinan li dar bixin.
6'ê Adarê Meclîsa Malbatên Şehîdan wê serdana goristanên şehîdan bê kirin.
7'ê Adarê wê serdana Gaziyên Berxwedana Serdemê bê kirin.
8'ê Adarê li gorî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî wê bê lidarxistin."
Di dawiya axaftina xwe de Fatmê Silêman bang li jinan hemûyan kir ku tevlî çalakiyên 8'ê Adarê bibin.