Şandeyeke Fransayê serdana Meclisa Rêveberiya Xweser kir
Şandeyeke Fransî serdana Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got ew piştgiriya projeya demokratîk a rêveberiyê dike.
Şandeyeke Fransî serdana Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got ew piştgiriya projeya demokratîk a rêveberiyê dike.
Li gorî ku nivîsgeha ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe parve kiriye, şande ji nivîskarê Fransî û pisporê kar û barên Kurdî û navneteweyî Patrice Franceschi, nivîskarê Fransî Françoi-Henri Deserable, nivîskar û çalakvana mafên mirovan Zeyneb El Xezwî pêk hat.
Şande ji aliyê Desteya Serokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hat pêşwazîkirin.
Her du aliyan, astengiyên li pêşiya rêveberiyê derdikevin, beyannameya wê ya ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê û encamên erênî yên ku bi dest xistine, gotubêj kirin.
Di dawiya serdanê de, şandeyê piştgiriya xwe bi projeya demokratîk a rêveberiyê re rave kir ku armanc dike jiyaneke hevbeş di navbera pêkhateyan de pêk bîne. Her wiha şandeyê piştgiriya berdewamiya sekna li hember terorê destnîşan kir.