Êzidiyên Efrînê ji bo Ocalan bang li CPT û saziyên mafên mirovan kirin

Yekîtiya Êzidiyan a Efrînê bi daxuyaniyekê bang li CPT û saziyên mafên mirovan kir ku zextê li dewleta Tirk bikin ji bo parêzer û malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serdana Îmraliyê bikin.

Yekîtiya Êzidiyên Efrînê bi tevlêbûna endamên saziyan li ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Armanca komploya Navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, ev bû ku ramana azadiya Kurd di şexsê Rêber Apo de tune bikin. Rêber Apo dema ku hatiye girtin, dewleta Tirk tecrîdeke giran û sîstematîk li ser wî dimeşîne û nahêle ku gel agahiyan ji Rêber Apo bistîne.

Dewleta Tirk di heman demê de diyar kiriye ku di 27’ê Sibatê de agir bi Îmraliyê ketiye. Tê zanîn ku Rêber Apo li Girava Îmraliyê dîl hatiye girtin.

Em Yekîtiya Êzidiyên li Efrînê diyar dikin ku Rêber Apo ji me re rêya azadiyê vekiriye, heta ku ewlehiya tendirustiya wî peyda bibe em ê têbikoşin. Em bang li CPT, Neteweyên Yekbûyî û Rêxistinên Mafên Mirovan dikin ku bila zextê li hikumeta Tirk bikin ku, parêzerên Rêber Apo biçin serdana wî û derbarê tendirustî û ewlehiya wî de agahiyên piştrast bidin.”