Êrişên dewleta Tirk li Eyn Îsayê hatin şermezarkirin

Hevserokên Meclîsa Komunên Navçeya Eyn Îsayê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navenda navçeya Eyn Îsa û gundên wê şermezar kirin.

Hevserokê Meclîsa Taxa Rojhilat a Eyn Îsayê Madhî El Enzî daxuyanî xwend û êrişên dewleta Tirk ên dema dawî şermezar kir, ku di encama wan êrişan de zarokekî jiyana xwe ji dest da, gelek sivîl jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û Rûsyayê hate kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin ji bo van êrişan rawestîne. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku armanca dewleta Tirk ji van êrişan ew e ku gel bitirsîne û bike ku ji gund û bajaran derkevin.

Ji 9'ê Cotmeha 2019'an dema dagirkirina bajarên Girê Spî û Serêkaniyê û vir ve dewleta Tirk û çeteyên wê êrişî gundên Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê dikin.