Çeteyên Tirk revandina sivîlan li Efrînê didomîne

Artêşa Tirk û çeteyên wê bê navber revandina sivîlan didomîne. Çeteyan vê carê li gundê Qude ya Reco ya Efrînê 8 sivîlên din revandin.

Kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên revandin, destdirêjî, destavêtin, talan û dizînê ya li herêmên dagirkerî bi dawî nabin.

Li gorî agahiyên hatin girtin çeteyên ser bi dewleta Tirk ve li gundê Qude ya navçeya Reco ya Efrînê 8 sivîl revadine.

Navê kesên hatine revandin wiha: Mihemed Îbo (40), Mihemed Heyder Şêxo (18), Rifet Hesen Hac Mûsa (55), Selah Menan (60), Ezet Osman (70), Ehmed Hac Mûsa (71), Tewfîq Mihemed Mûsa (30) û Doxan Ehmed Silêman (30).

Ne hate zanîn bê ka welatiyên hatine revandin ber bi kû ve birine.