Çeteyên li Efrînê li ser kar in: Kesek hate revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê beriya 4 rojan kesê bi navê Bedir Koto revandibûn, ku hîn jî agahî jê nayê girtin.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê beriya 4 rojan kesê bi navê Bedir Koto revandibûn, ku hîn jî agahî jê nayê girtin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 18'ê Adara 2018'an ve li Efrînê komkujiyan, revandin û talankirina mal û milên şêniyên herêmê dewam dikin. Ji hingî ve sûcên li dijî mirovahiyê dewam dikin.
Çavkaniyekî ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê ragihand ku çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî di 5'ê Mijdarê de welatiyê bi navê Bedir Koto ku ji şêniyên gundê Hemamê yê girêdayî navçeya Cindirêsê revand û heya niha çarenûsa wî ne diyar e.