Çete teslîm dibin, sivîl tên rizgarkirin

Li navenda Reqayê ya ku hê şer lê dewam dike, 250 sivîl ji aliyê tîmên taybet ve hatin rizgarkirin. Her wiha 20 çeteyên DAIŞ’ê jî xwe radestî şervanên QSD’ê kirin.

Li taxên navenda Reqa û tayebt li taxa Nehda û Berîd şerên dijwar rû didin. Şervanên QSD`ê bi pêşve diçin û derbeyên giran li çeteyan dixin.

Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê 250 sivîlên din ji taxên Nehda û Berid ji destê çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Ji aliyekî din, 20 çeteyên DAIŞ`ê xwe radestî şervanên QSD`ê kirin.