Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji bo Ocalan didomin
Li herêmên girêdayî Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 6 roj in bi daxwaza şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî bê navber dewam dikin.
Li herêmên girêdayî Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 6 roj in bi daxwaza şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî bê navber dewam dikin.
HERÊMA FIRATÊ
Li herêma Firatê ya girêdayî Rêveberiya Xweser bi hezaran kes li dijî tecrîdê daketin qadan.
Li bajarê Koban, Minbic, Girê Spî û Eyn Îsayê jî gel berê xwe da Pira Qereqozaq û li vir bi dirûşma ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ dest bi meşê kirin.
Piştî meşê li peravê Çemê Firatê li parkekê mîtîngek hate kirin. Geleke rêveber tevlî mîtîngê û bû tecrîd şermezar kirin.
QAMIŞLO
Bi sedan şêniyên bajarokê Rimêlan û navçeya Girkê Legê serdana konê çalakiyê kirin û nobetdarî ji şêniyên navçeyên Til Koçber û Çil Axa wergirtin.
Konê çalakiyê li ber avahiya Komseriya NY`yê ya li bajarê Qamişlo hatiye vedan. Konê çalakiyê bi pankartên bi nivîsên "Em bang dikin ku parêzer di zûtirîn dem de serdana Îmraliyê bikin" û "Ji Rêber Ocalan re azadî" hate xemilandin.
Çalakiya îro bi axaftina endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a navçeya Girkê Legê Fûad Sadî destpê kir. Sadî got: "Îro em di bin konê şeref û rûmetê kom bûne ji bo ku piştgiriya rêya têkoşîn û azadiyê bikin. rêya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan." Sadî destnîşan kir ku dewleta Tirk di kesayeta Rêber Ocalan de bi rêya şewata li girava Îmraliyê dixwaze dîrokê bişewtîne û dîroka azadiya gelan tune bike.
Sadî diyar kir ku şerên niha li Rojhilata Navîn rû didin li ser astên leşkerî, siyasî, dîplomasî û olî tenê ji bo ku dewletên kapîtalîzmê planên xwe yên mitînger pêk bînin. Ew jî berdewama komploya 15`ê Sibata 1999`an e.
Sadî di berdewama axaftina xwe de got: "Dewletên komploger hewl didin şerê cîhanê yê sêyemîn di kesayeta Rêber Ocalan bidin destpêkirin. Bi armanca guhetina nexşerêya Rojhilata Navîn û bi rêya çandina fîtneyan di navbera gelên herêmê de li ser astên olî û netewî carek din xêz bikin."
Her wiha Fûad Sadî bal kişand ser ku gelên herêmê li hember van komployan asta têkoşîn û berxwedanê li Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê mezin kirin û komplogeran hejandin.
Sadî bêdengiya rêxistinên navneteweyî û hiqûqî yên ku parastina mefên mirovan îdia dikin, li hember tecrîda giran li dijî Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker, herî dawî şewata li girava Îmraliyê şermezar kir.
Di dawiya axaftina xwe de Sadî destnîşan kir ku Rêber Ocalan serî ji siyasetên dewleta Tirk a dagirker re netewand, berovajî wê dîwara girtîgeha Îmraliyê bi têkoşîn û fikrê xwe şîkand.
Ji aliyê xwe ve endama Kongreya Star Esma Murad, konê çalakiyê bi konê wijdan û hebûn û nebûnê wesifand. Esma bang li tevhiya gelên cîhanê kir ku li hember serokê terorîstên DAÎŞ`ê Erdogan ê ku tevahiya rêbarên çewisandina li dijî Rêber Ocalan dimeşîne bisekinin.
Esma destnîşan kir ku Rêber Ocalan jin ji zulm û koletiyê rizgar kir. Esma soza şopandina rêya Rêber Ocalan û tevahiya şehîdên mirovahiya da û ew ê li dora Rêber Ocalan xwe bikin xelekek ji agir û got: "Em aştîxwaz, azadîxwaz in û banga edalet û mirovahiyê dikin, em ne aşiqê xwîn û şeran in."
HESEKÊ
Çalakiyên konvedanê ya li bajarê Hesekê ya ji 27’ê Sibatê ve ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û banga eşkerekirina çarenûsa tenduristî ya Ocalan di roja 6’an de didome. Gelek nûnerên sazî, partî û rûspiyên herêm û eşrîên ji tevahî pêkhateyan beşdarî çalakiyê bûn.
Şênî û nûnerên tevgerên siyasî û ciwanan a navçeyên Şedad, Mergede û Erîşa çalakiya îro dewr girtin.
Bi navê ciwanên şoreşger ên Şedadê Fatme Mihemed axivî û diyar kir ku ew tev li çalakiyê dibin ku daxwaza azadiya rêber Ocalan misoger bikin.
Fatme anî ziman ku tevgera ciwanan mertala li hember her komployekê ku fikra azad hedef digire.
Bi navê Buroya PYD’yê ya Şedadê Fadil Ehmed axivî û destnîşan kir ku komploya navneteweyî ya ku di 15’ê Sibata 1999’an de şexsê Rêber Ocalan hedef girtiye, bi tevkariya navdewletî pêk hat.
Ehmed wiha dom da gotinên xwe: "Tenê dîlgirtin bes nedîtin, lê belê sirgûnî derya û girtîgeha ku hêsantirîn pêdiviyên jiyanê tê de nîn in, kir. Li dijî rêber Ocalan tevahî rêbazên çewisandin û hovîtiyê bi armanca xwejêselaskirinê pêk tînin."
Ehmed bi domdarî got: "Em şêniyên başûrê Hesekê bi tevahî pêkhateyên wê berê xwe da bin vê konê da ku rastiyê bêjin, hûn nikarin roja azadiyê taraî bikin."
Bi navê Meclîsa Rûspiyên Hesekê rûspiyê eşîra Şerabîn Sabit Cewher daxuyanî xwend xwend û got: "Bi navê Meclîsa Rûspiyên Hesekê û Meclisa Eşîrên Kurd ên Cezîra Sûriyê, tecrîda girankirî ya ku hikumeta Erdogan a sûcdar li dijî rêber neteweya demokratîk Rêber Ocalan ferz kiriye şermezar dikin, her wiha banga eşkerekirina tenduristiya Ocalan piştî şewata girava Îmraliyê dikin.
Sabit Cewher bang li tevahî saziyên civaka sivîl, meclisa ewlehî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bihêlin parêzerên rêber Abdullah Ocalan serdana wî bikin ku tenduristiya wê zanibin.
Têkildarî mijarê, Rêveberiya Dibistanên Hesekê meşeke şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk ên li dijî Ocalan û redkirina wê ya eşkerekirina tenduristiya Ocalan lidar xist. Di meşê de bi hezaran mamoste û xwendekar li pêş Komleya Perwerdê ya taxa Til Hecer kom bûn. Girse wêneyên Ocalan hilda bûn. Piştre meşvanan berê xwe da konê çalakiyê ya li taxa Kelasê û dûvre bi navê Rêveberiya Giştî ya Dibistanên kantona Hesekê hevserok Jînda Ehmê daxuyanî xwend.
Jînda got ew mamosteyên bajarê Hesekê komploya faşîsta Tirk û siyasetên wê li hember rêber Ocalan şermezar dikin.
Jînda got: "Ti kes nikare vîna gelê me têk bibe. Em ê têkoşîna xwe heta azadî û demokratiyê bidomînin."
Jînda Ehmê destnîşan kir ku hedefa Tirkiyê qutkirina rê li hember felsefeya neteweya demokratîk ku wekhevî, azadiya jinan, edaleta civakî pêk tîne û li dijî siyasetên dewletên kapîtalîst e.
Her wiha bang li gelê Kurd bi taybet û gelên Rojhilata Navîn bi giştî kir ku berxwedan û serhildana azad berdewam bikin, rêça metoda rêber û şehîdên ku canê xwe ji bo rûmeta civakê feda kiriye, bişopînin."
REQA
Çalakiya konvendê ji aliyê Meclisa Ciwanên Reqayê ve bi banga eşkerkirina rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan ve duh destpê kir. Çalakî li taxa Ekrad a bakurê bajêr di roja duyemîn de bi xwendina daxuyeniyekê bi dawî bû.
Ji saetên sibehê ve bi sedan şêniyên Reqayê, li gel endamên saziyên sivîl û leşkerî, şêx û rûspiyên Reqayê herikîn bin konê çalakiyê.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Bi navê Meclîsa Leşkerî ya Reqa fermandar Ebû Casim El-Reqawî axivî û got: "Bi saya ramên rêbertî ev erd hate rizgarkirin û ewlehî û aramî peyda bûn. Ji vir ji pêşiya kon em ê têkoşînê ji bo azadiya Ocalan û eşkerekirina rewşa wî mezin dikin."
Di çalakiyê de hevsesroka Şaredariya Cidêdat a gundewarê rojhilatê Reqayê Meyada Derwîş diyar kir ku bi saya fikirê rêbertî jin rola xwe di saziyên sivîl û leşkerî de dilîze. Meyada bang li civaka navdewletî kir ku destwerdanê bike û Rêber Abdullah Ocalan azad bike.
Her wiha bi navê Saziya Karûbarên Olî ya Reqayê Şêx Elî Nayîf axivî û got: "Dewleta Tirk bi navê ola Islamê dixwaze serdema desthilata sultanên Osmanî vegerîne. Lê Islam jê û ji mezinê wê yê terorîst ê ku îdiayêa parastina gelê Sûriyê dike bêrî ye."
Di dawiya çalakiyê de endamê Rêveber ê Tevgera Xwendekarên Demokratîk Ehmed Îsa daxuyanî xwend. Îsa got: “Dewleta Tirk sebra me nepîve. Ramanên Ocalan dîwarên girtîgehê derbas kiriye. Divê ciwanên Kurd ên li Sûriyeyê dijîn li dijî dagirkeriya Tirk rabin.”