Çalakiya li pêşiya Neteweyên Yekbûyî di roja 2'emîn de ye

Çalakiya ku ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişloyê dest pê kir di roja 2'emîn de ye.

Bi sedan mirovên ji Qamişloyê li pêşiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) li hev kom bûn, diyar kirin ku heta hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê kirin wê li ber xwe bidin.

Di roja duyemîn a çalakiyê de ji PYD'ê Necah Gilo axivî û diyar kir ku heta agahiyê ji Ocalan bigirin wê çalakiya xwe dewam bikin. Her wiha got, "Bila ^cıhan zanibe ku em ji bo Rêberê xwe li ser piyan e. Em ji bo wî têdikoşin û li ber xwe didin."

Endama Koordînasyona Kongreya Star Mûna Yûsûf jî anî ziman ku şewata li Îmraliyê dewama komploya 15'ê Sibatê ye. Mûna Yûsûf bang li saziyên navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.