256 malbat derbasî Herêma Xweser bûn
Meclîsa Kantona Girê Spî diyar kir 256 malbatên ku ji herêmên Girê Spî reviyane, hatine herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Meclîsa Kantona Girê Spî diyar kir 256 malbatên ku ji herêmên Girê Spî reviyane, hatine herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Bi sedan malbat ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ji ber rewşa jiyanî û ewlehiyê ya xirab direvin û berê xwe didin herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Meclisa Kantona Girê Spî ku navenda wê li navçeya Eyn Îsayê ye, agahî dan Ajansa ANHA’yê ku di 3 mehên dawîn de 256 malbat ji kantona Girê Spî ya dagirkirî hatine herêmên Rêveberiya Xweser.
Malbatên berê xwe dane herêmê ji navenda bajarê Girê Spî, bajarokê Silûk, gundê Zeydî û hin deverên din ên girêdayî kantonê reviyane herêmê.
Dewleta Tirk a dagirker di Cotmeha 2019’an de herêmên Girê Spî û Serêkaniyê dagir kiribû.
Beriya demekê bi taybet piştî erdheja 6’ê Sibatê ku bandor li gelek bajarên Sûriyeyê kiribû, bi sedan malbat ji herêmên serweriya hikmeta Şamê jî hatibûn herêmên Rêveberiya Xweser.