Zuma: Rewşa Mandela başe
Zuma: Rewşa Mandela başe
Zuma: Rewşa Mandela başe
Serok Dewletê Afrîqa Başûr Jacob Zuma piştî çû serdana mala serokê efsanewî Nelson Mandela daxuyaniyek da û got, rewşa Mandela başe. Lê belê di dîmenê ku hatî weşandin de Mandela pir bêzar dihate dîtin.
Mandela ku di nava pênc mehan de sê caran ji ber sedema enfeksiyona sihê rakirin nexweşxaneyê, Zuma li mala serdana Mandela kir û aşkera kir ku, rewşa serokê efsanewî başe. Zuma diyarkir ku, “Me ew dît, rewşa wî başe” û destnîşankir ku, vê yekê ew keyfxweş kirin.
Lê belê piştî serdanê dîmena ku hatiye weşandin rewşa Mandela heskiriyên wî xiste nava fikaran. Mandelayê ku serê wî bi balgeh dihate girtin û pir bêzar xuya dikir, balkêş bû ku qet tevgerek fîzîkî nedikir.
Di dema wêne kişanê de li ser gotina neviyê wî ya “bikene” Mandela bi girnijînekî lewaz bersiv da û şûna maskeyê oksîjenê li rûyê wî diyar dikir.
Her çendî ku xizmên Mandelayê 94 salî bêjin, rewşa serokê efsanewî başe jî tê gotin ku, dîmenên hatine weşandin gelê Afrîqa Başûr xist nava fikaran.