Zozanî mirina bi guman a Shîm bir meclisê

Zozanî mirina bi guman a Shîm bir meclisê

Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Adîl Zozanî diyar kir ku rojnamegerê Press TV Serena Shîm piştî nûçeya wê ya der barê ‘çeteyên DAIŞ’ê ji ser Tirkiyeyê konvoya alîkariyê bi veşarî bir Sûriyeyê’ û her wiha piştî ku diyar kir ji aliyê MÎT’ê ve bi sûcdariya sîxuriyê hatiye sûcdarkirin û tehdîtkirin di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest daye. Zozanî der barê gumanbariyên mirina wê de pêşnûmepirs da.

Serena Shîm ku welatiya Amerîkayê ye û bi eslê xwe ji Lubnanê bû ji kanala Press Tv ya Îranê re dixebitî û li Pirsûsê qezaya trafîkê derbas kir û mir. Parlamenterê HDP’ê Adîl Zozanê bal kişand ser gumanên mirina wê û got: “Serana Shîm ku ji bo geşedanên li Kobanê bipoşîne çibû herêmê, der barê ku bi kamyonên logoyên saziyên alîkariya Rêxistina Xurekê a Cîhanê li ser û ji Tirkiyeyê dişînin Sûriyeyê de nûçe çêkiribû. Her wiha beriya mirina xwe di axaftina xwe ya Press Tv re diyar kiribû bi sixûriyê tê îthamkirin û ji girtinê ditirse.

GELO NÛÇEYÊN SHÎM RAST IN?

Piştî mirina Shîm, srokê daîreya Press Tv Hamîd Emadî û malbata Shîm diyar kirin ku mirina wê ne qezaye û Tirkiye ji mirina wê berpirs dîtine.

Zozanî li ser vê ev pirs ji Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala pirsî:

Îdîayên der barê ku MÎT’ê Serena Shîm, bi sîxuriyê sûcdar kiriye û bi girtinê tehdît kiriye raste yan na?

Serena Shîm di nûçeya ku çêkiriye de, îdîa dike ku çeteyên DAIŞ’ê ji ser Tirkiyeyê bi konvoyên alîkariyê ketiye hundir ev rast e yan na?

Gelo sedema ku îdîa li gorî çi hatine kirine, hatiye lêkolînkirin û ji aliyê yekineyên têkildar lêpirsînek hatiye destpêkirin yan na?

Li ser îhtîmala ku bûyer qeza ye yan na lêpirsîn hatiye kirin an na?

Îfadeyên malbata Serena û Serokê Daîreya Press Tv li ser kîjan hinceta hatiye kirin?