Ziman ji bo civakekê tê çi wateyê?

Ziman ji bo civakekê tê çi wateyê?

Gelê Kurd çima çûyîna dibistanên dewleta Tirk boykot dikin, yan jî ziman ji bo civakekê tê çi wateyê, Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û gerîla di nêrînên xwe de bersiv dan van pirsan.

Di mijara ziman de min nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan lêkolîn kirin û nirxandina wî ji diyardeya ziman re bala min kişand. Ocalan di berheqê civakeke ji zimanê xwe dûr bimîne wiha dibêje “Têgîna ziman têkiliya xwe ya xurt bi têgîna çandê re heye. Civaka xwe gihandibe ziman, bûye xwediyê sedema bi hêz a jiyanê. Asta pêşketinê ya ziman asta pêşketîbûna jiyanê ye. Civakekê zimanê xwe yê dayîkê çiqasî pêşde biribe, ew tê wê wateyê ku asta xwe ya jiyanê jî pêşde dibe. Dîsa çiqasî zimanê xwe ji dest dabe û ketibe bin hegemonya zimanên din, ev jî tê wê wateyê, ewqasî hatiye mêtingerkirin, qirkirin û asîmîlekirin.” Ocalan di nava nêrînên xwe de dibêje, civakeke mehkûmê vê rastiyê be wê hertim nexweş were dîtin û wiha didome “Civakên xwediyê vê rastiyê jiyaneke wan a watedar a zêhniyet, exlaq û estetîkê nabe û eşkere ye ku heta ji holê rabin wê weke civakeke nexweş mehkûmê jiyaneke trajîk bimînin. Civakên wate, exlaq û estetîka xwe ji dest bidin, nirxên wan ên civakî jî bi tenê ji bo nirxên mêtînkaran dibin madeya xam û bikaranînê. Weke encam mirov dikare bibêje; mînak ziman weke li cem Kurdan be, civakeke di vê rewşê de ji aliyê aborî ve wê heta dawiyê xizan bibe û bikeve rewşeke parçe parçebûyî, ango gelekî eşkre ye ku ji aliyê wate, exalq û estetîkê ve wê bi şaşî, xayîn û kirêt bijî û nikarbe ji vê rewşê xilas bibe.”

“DIVÊ MIROV BI ZIMANÊ XWE BIFIKIRE, HÎSBIKE Û BIJΔ

Di nava refên gerîla de ji netewên cûda jî hene, gerîlayek ji neteweyekî dîtir be bi kîjan zimanî dikare xwe îfade bike, diaxive. Lê ji bo têkiliyên xwe bi hevalên xwe yên dîtir re çêbike, bide û bistîne, xwe fêrî kurdî dike. Gerîla di jiyanê de, di perwerdeyê de bi zimanê Kurdî diaxivin. Tenê gerîlayên nikarin xwe bi zimanê Kurdî îfadebikin, bi zimanê cûda diaxivin. Di nava gerîla de hinek gerîlayên ku destpêka tevlîbûna xwe de nizanin Kurdî baxivin piştre xwe fêrkirine hene, yek ji wan jî gerîlaya bi navê Nûpelda Engîn e. Engîn sala 1983’an li Mereşê ji dayîkbûye. Engîn bi mantiqekî şoreşgerî destbi lêgerînan kiriye û piştî gerîlayê Kurd Engîn Sincar jiyana xwe ji dest dide, ew gelekî bandor dibe û tevlî nava refên gerîla dibe.

Engîn jî mîna gelek ciwanên Kurd di zaroktiya xwe de bi zimanê tirkî axiviye, têkiliyên malbata wê hemû bi zimanê tirkî ye. Diçe dibistanê jî herkes bi zimanê tirkî diaxive, ji xwe bi zimanê kurdî axaftin qedexe ye, ji ber vê yekê di mijara ziman de nakokî najî û pê dane naskirin ku zimanê tirkî zimanê wê yê dayîkê ye. 

Piştî ku Engîn tevlî nava refên gerîla dibe, dîsa bi zimanê tirkî dixwîne, dinivisîne û xwe bi wî zimanî îfade dike. Lê belê ji bo bikaribe têkiliyên xwe bi gerîlayên dîtir re çêbike û perwerdeyê bide hevalên xwe, fêrî zimanê Kurdî dibe. Engîn di nava gotinên xwe de anî ziman ku wê çawa destbi xwendin û nivîsandina zimanê kurdî kiriye û weha dewamkir; “Berî ku ez tevlî bibim min nakokiyên ziman jiyan nedikir, bi zimanê tirkî ez fêrî her tiştî bibûm. Ji xwe me digot em Elewî ne û zimanê me tirkî ye. Piştî ez tevlî jî bûm, hevalan wate da komkujiyên em tê re derbas bûne û koçbertiya me jiyankiriye. Ji ber vê yekê firset dane min ez bi xwe destbi axaftina zimanê kurdî bikim. Di destpêkê de bi mantiqê ez têkilî bi hevalan re çêbikim, min destbi axaftina zimanê kurdî kir. Lê belê piştî ku ez di bûyera Geliyê Teyarê ya 2011’an re derbas bûm, ez ji bertekên xwe yên wê demê matmayî mabûm. Di bûyerê de ez birîndar filîtîbûm. Ji ber êrîşên hewayê yên dijwar zinar bi ser me de hatibûn û ez li ser hişê xwe ve çûbûm. Lê belê wexta hevalan ez şiyarkirim, bi zimanê kurdî diaxivîn, min ji wan fêmnedikir. Min ji wan re digot “heval bi min re tirkî biaxivin ez fêmnakim hûn çi dibêjin.” Di nava wan zorî û zehmetiyan de bertekê min ê yekemîn nefêmkirina zimanê kurdî bû. Ez bi vê rewşê gelekî bandor bûm. Min hîskir ku min hîna zimanê kurdî mîna zimanê xwe yê dayîkê di dil û mêjî de nepejirandiye. Ger min zimanê xwe jidil pejirandibana, di wê bûyerê de bertekên wiha wê bi min re dernediketibana.”

“DAHÛRANDINÊN RÊBER APO LI SER ZIMAN BANDOREKÎ MEZIN LI MIN KIR”

Engîn di nava gotinên xwe de anî ziman ku, wê piştî wê bûyerê dest bi xwendin û nivîsandin zimanê kurdî kiriye û wiha pêveçû “Piştî wê bûyerê min li ser kesayeta xwe lêhûrbûn kir û bi taybet di çarçevê dahûrandinên Rêber APO li ser ziman, min xwe lêpirsîn kir. Perçebûna di nava gelê Kurd de min bi ziman ve nedida girêdan. Ji bo îrada gelekî bişkînin û desthilatdariya xwe li ser bidin meşandin, zimanê wan qedexe dikin. Tu nikarî ziman û  çanda civakekê ji hevdû bide dûrxistin. Ez gelekî bûme şahid ku zarokê fêrî zimanê xwe yê dayîkê nebe, nemumkine ku fêrî çanda xwe jî bibe. Ev rastî li Tirkiyeyê gelekî vekirî tê jiyankirin. Zarokekî ji axaftina zimanê xwe şerm bike, wê ji çanda xwe jî şerm bike. Ji xwe tu ji ziman û çanda xwe dûrbikeve nemumkine ku tu azad bijî û bibe xwedî îrade. Mîna Rêber APO dibêje civakek bi ziman û çanda xwe bihêz tê dîtin. Niha şerê ez li dijî dijmin didim meşandin, fêrbûyîna zimanê xwe ye. Ez bi kurdî dixwînim û dinivisînim û li kilamên kurdî guhdar dikim. Dixwazim zimanê xwe yê dayîkê di dil û mêjî de hîsbikim û fêrî hemû zaravayên kurdî bibim.”

Engîn di dawiya gotinên xwe de balkişand ser boykota ku gelê Kurd destpêkiriye û wiha dawî lê anî: “Divê ev boykotkirina çûyîna dibistanên tirkan, pir xurt were meşandin û heyanî gelê Kurd negihije encamekê divê têkoşîna xwe ya bi zimanê kurdî fikirandin û jiyankirin bidomînin. Yan jî wê çarenûsa me hertim bindestî û koletiya desthilatdaran be. Fêrbûyîna zimanên biyanî ne şaşe, lê weke zimanê dayîkê dîtin û zimanê xwe înkarkirin xelet e.”