Endama Yekitiya Jinên Azad (YJA) Zeynep Şiyar diyar kir ku, bi komkujiya Mereşê re hedefa bêdengkirina Elewiyan hatiye girtin lê bi saya têkoşîna PKK’ê re gelê Kurd bi Elewî û Sunniyan re yekitî ava kir û di encama vê de jî ev polîtîka vala hat derxistin.
Di ser komkujiya Mereşê re 34 sal derbaz bû lê hêj kujer nehatine darizandin. Di 19’ê kanûna 1978’an de kurdên Elewî hatinbûn hedef girtin û bi sedan hatin qetilkirin û bi sedan jî birîndar bûn. Endama YJA’yê Zeynep Şiyar diyar kir ku, hêj jî kujer nehatine dîtin û wiha got: “Lê gelê me kujeran dizane. Ev komkujî dewletê pêk aniye.” Şiyar jî mexdurê komkujiyê ye û got ku ew hemû kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest daye bibîrtîner û de barê wan rojan û îroj de nirxandin kir.
KOMKUJÎ BI PLAN BÛ
Şiyar wiha pê de çû: “34 sal li ser komkujiyê re derbaz bû. Em gelê xwe yên ku şehîd ket bibîrînin. Rojek bi êş bû. Tu carî nayê ji bîrkirin. Heta îroj me bibîr anîn, em dê bibîrbînin jî. Dema komkujî pêk hat PKK di asteke girîng ya têkoşînê de bû. Komkujiya Mereşê bi taybet di wê demê de hatibû kirin. Ev bi zanebûn hatibû plankirin. Ji ber li vê herêma Kurdistanê û gelê li Mereşê dijî xwedî nasnameyeke kurdên elewî bû. Gelekî ronakbîr û hişmend bû. Girêdayê nirxên xwe yên komînal bû. Ji ber van komkujî bi zanebûn û plankirî hat pêkanîn.
Şiyar da zanîn ku, sedemeke din ya komkujî ev bû ku xwedî derketina li PKK û tevlîbûna PKK’ê bû. Şiyar wiha dirêjî da axaftina xwe: “Têkoşîn li vir xwedî gihiştibû astek girîng. Hedefa vê komkujiyê ev ku gel ji têkoşînê dûr bixînin û bê deng bihêlin. Herêm xwedî çandeke dewlemende. Ligel Kurd, Çerkez, Ereb, Elewî, Tirk û Sunniyan, ji mezheb û çandên cuda gel bi hevre di nav aştî û aramiyê de dijîn. Di nav van gelan de tu carî pevçûn dernakeve. Ji ber vê dewlet nerehet bû. Ji bo gel berdin hev ev komkujî pêk anîn. Ji xwe ji berê de polîtîkaya dewletê ya parçekirinê ye. “
BÎRANÊN KOMKUJIYÊ HÊJ ZINDÎNE
Şiyar da zanîn ku, komkujî hê jî di hişê gelê herêmê de zindî maye û wiha got: “Gelê herêmê hê jî wan rojan vedibêjin. Di hişê wan de hêj zindî ye. Ew wehşeta ku li gel ji 7’an heta 70’ê li jinên ducanî hat kirin hêj zindiye. Bi sedan Kurd-Elewî hatin qetilkirin. Lê li dijî hêzên kujer bê deng neman. Gel berxwedaneke girîng pêk anî. Di serî de partiya me PKK bi pêşengiya hêzên şoreşger têkoşîn û berxwedan hat meşandin. Gel li dijî kujeran rawestiya û hem jî tevlî PKK’ê bûn.”
BAWERIYA ELEWIYÊ DI NAV PKK’Ê DIJÎ
Şiyar balkişand ser koçberî û surguniya piştî komkujiyê û wiha got: “Bandoreke din ya neyînî ya vê komkujiyê ev bû ku gel ji herêmê û axa wê dûr bixe, bike penaber. Hedefa bingehîn ev bû ku gel di serî de koçberî metropolên Tirkiyeyê û Ewropayê bikin. Wê demê ligel derketina Ewropa gelek zehmet bû jî Mereş û gelê herêmê koç kirin. ligel ku derketina Ewropayê gelek zehmet bû jî belgeyên hewce bi lez û bez dan mirovan. Ji ber vê gelek welatî derketin derveyê welat.”
Şiyar destnîşan kir ku, ev gelê ku koçî derveyê wela kirin jî ji koka xwe û çanda xwe tu carî dûr neketin û wiha berdewam kir: “Ji ziman, çand û baweriya xwe biyanî nema. Sedema vê jî tevlîbûn û girêdana PKK’ê bû. Gelê me ku bawerî û çanda Elewitiyê din av PKK’ê de dît, xwedî li têkoşînê derket. Çanda Elewitiyê çandeke berxwedêre. Ev gel ku her tim bi komkujiyan re rû bi rû ma, berxwe da. Bi vî awayî nasnameya xwe parast. Komkujiya 19’ê kanûna 1978’an negihişt armanca xwe.”
AKP DIXWAZE NAKOKIYA OL BI AFIRÎNE Û GEL BERDE HEV
Şiyar di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bûyerên li Semsûr û Meletiyê pêk hatine û got ev projeyên komkujiyêne, lê ji ber nêzîkatiya gel ya bi hîstiyar pêşî li vê hatiye girtin.
Axaftina Şiyar wiha berdewam kir: “Polîtîkya komkujiyan hêj ne qediyaye. Hê jî gefa wê li ser gel heye. AKP hêj vê rêbazê bikartîne. Di mehên borî de xwestin li Semsûr û Meletiyê pêk bînin. AKP dixwaze nakokiya ol biafirine û gel ber de hev. Sedema vê jî dîsa eve ku her du bajar jî nêzî PKK’ê ne. Gel ji têkoşînê dûrxistin, tirsandin provakasyoneke bi zanebûne. Dixwazin ji kurdbûna wan dûr bixin. Ji ber vê jî mînaka Mereşê derdixin pêş û bi heman rêbazê deriyan nîşan dikin. Bertek hatin nîşandan. Pêşî li vê provakasyonê hat girtin. Gelê me êdî nayê van lîstikan. Li Kurdistanê ne tenê li Mereşê li hemû herêmê komkujî pêk hatine. Roboskê jî mînaka dawî ye. Têkoşîna PKK’ê bûye têkoşîna hesabpîrsina komkujiyan. Ji ber vê gelê me qezenc kiriye. Kurd bûne yek. Ji bo yekitiya kurdan divê zêdetir hewildan bê dayîn.”