Zeynep Kinaci li Êrîvanê hate bibîranîn
Zeynep Kinaci (Zîlan) ku berî niha bi 22 salan li Dersimê çalakiya fedayî kir, li Êrîvanê hate bibîranîn.
Zeynep Kinaci (Zîlan) ku berî niha bi 22 salan li Dersimê çalakiya fedayî kir, li Êrîvanê hate bibîranîn.
Gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan), li paytexta Ermenîstan Êrîvanê hate bibîranîn. Medya Garzan li merasîma bîranînê axivî û diyar kir ku Zîlan bi rêya çalakiya xwe pêşî li êrîşên dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtiye.
Garzan destnîşan kir ku Zîlan di nava tevgera azadiyê û civaka Kurd de manîfestoyeke azadiyê ye û wiha dewam kir: "Di dîroka PKK'ê de, dema ku li dijî Rêberî û tevgerê metirsiyek derkete holê, li gorî ruhê serdemê teqez bersiv tê dayin. Ev bersiv bi taybetî bi pêşengiya jinê tê dayin. Bi rêbaza çalakiyê ya lehengên mîna Bêrîtan, Zîlan, Viyan, Arîn Mîrkan bersiv ji êrîşên li ser Rêbertî û tevgerê re hate dayin."
BANGA LI JIN Û CIWANAN
Garzan da xuyakirin ku Zîlan bi hişmendî û rêbaza xwe ya jiyanê bû modelek ji bo civaka Kurd, bû xetek ji bo tevgera azadiyê û bû felsefeyeke jiyanê ji bo jinan. Garzan got, "Hêza jinê ji nû ve derxist holê û nîşanî dost û dijminan da bê pêşengiya jinê çawa ye."
Garzan ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan bang li jin û ciwanên li Ermenîstanê kir ku têkoşînê geştir bikin.