Zextên li girtîgehan ji bo hemû civakê peyam e

Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya Stenbolê Mehmet Acettîn diyar kir ku bi zilma li girtîgehan zêde dibe peyaman didin civakê.

Ji ÎHD’ê Mehmet Acettîn bal kişand ku polîtîkayekî bê navber a dewletê heye û desthilata AKP’ê jî vê girantir didomîne.

Her ku diçe zext û şideta li girtîgehên Tirkiyeyê zêde dibin. Midûryeta Giştî ya Ceza û Ragirtinê ragihand ku di 6 mehên îsal de 11 girtîgeh vekirine. 264 girtî, 76 vekirî, 4 zarok, 9 girtî ên jinan, 7 vekirî yên jinan û 7 girtî yên zarokan bi giştî 367 girtîgeh hene. Kapasîteya van giştî ya girtîgehan 236 hezar û 755 kes in, lê kapasîte bi zêdahî derbas kiribû, beriya ‘efûya qismî’ nêzî 300 hezarî bû. Ji sala 2010’ê û vir ve bi giştî ji bo 36 girtîgehan avahiyên nû, îsal jî 11 avahiyên nû hatin çêkirin.

Li girtîgehan lêdana girtiyên siyasî, tehdît,, êşkence, nêzîkatiyên xirab, lêgerîna tazî, qedexeyên hevdîtinan, kelepçeya ji pişt ve, sepandina dayîna tekmîlê, sirgûn, cezayê hucre, cihêkarî, cezayê disiplînê zêde bûne û bûne ji rêzê. Ji serlêdanên ji bo Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Stenbolê 2 wiha ne:

“-Malbata Îdrîs Başaran ê li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê berî şewbê serdana ÎHD’ê ya Şaxa Stenbolê kiribû û ev gotibû: “Dema kurê min 8’ê Tîrmeha 2019’an rakiribûn nexweşxaneyê daxwaz kiribû ku bi kelepçeyê bê muayenekirin. Wî jî li dijî vê gotibû ku; ‘Em lawir in ku bi kelepçeyê bên muayenekirin.’ jendermenyan êrîş kiribûn û lêdabûn. Rapora lêdanê hatibû girtin. Pir li kurê min nehatiba dayîn wê ji bo me negotiba. Gelek li wî dane. Kurê min 25,5 sal in li girtîgehê ye. Wasiyê wî ez im. Tim êrîş û zextan li wan dikin.”

- Birayê Îsmaîl Yilmaz ê li Tîpa F hejmara 2 a Xarptê jî ev gotibû: “Birayê min berî niha 10 salan li girîtîgehê mabû. Piştî ku hate berdan cezayê wî yê muebeta giran hate erêkirin. Nêzî sê sal berê dîsa hate girtin. Piştî ku nêzî 6 mehan ma li Amedê û şûnde birin Xarpêtê. 2,5 li girtîgeha Xarpêtê ye. Piştî ku demek kin bû çûbû Xarpêtê sepandina qertê destpê kir. Dema derdiket hevdîtinê, hevdîtina bi telefonê, dîsa girtina koliyan karta li ser ‘endamê rêxistina terorê’ li ser hatibû nivîsîn li xwe kirin hate sepandin. Birayê min ji ber ku ev red kir, cezayê peywendî, hevdîtin û kargoyê girt. Nêzî 2,5 salin hevdîtin bi birayê xwe re nekiriye. Ji ber ku nikare kolî bigire nikarim cil û bergan bişînim.”

POLÎTÎKAYÊN BÊ NAVBER ÊN DEWLETÊ

Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Mehmet Acettîn ê ji ANF’ê re axivî, diyar kir ku polîtîkayeke girtîgehê ya bê navber a dewletê heye, AKP jî vê bi girantir didomîne. Acettîn destnîşan kir ku bi hinceta pêvajoya pandemiyê piştî ‘efûya Bahcelî’ a derxistin û şûnde zext hê zêdetir bûn, bal kişand ku hikûmet bi salan bû li benda fersendekî wiha.

Acettîn bal kişand ser sedemên nedayîna pirtûk, komar, rojnameyan jî wiha pêde çû: “Rê nadin ku girtî bixwînin. Xwendina pirtûkan jî pêwîstiyekî îdeolojîk e. Hikûmet jî vê baş dizane, rê nade ew bixwînin, ev jî dikeve modelek nû ya êşkenceyê. Bi temamî dixwazin teslîm bigirin û li girtîgehê terkî mirinê dikin. Ev mijar mijarekî tim di rojevê de ye. Berê bi zorê jî ba didanê. Niha jî bi şertê ku abone bî pirtûk, kovar û rojname tê dayîn. Mercên bûna abonetiyê jî divê reklam bigirî. Di weşanên ked û çepan de reklam nîne. Enceq rê tê dayîn rojnameyên ji bo wan çapemeniya alîgir tên gotin heye. Destûra rojnameyên çep a mîna Yenî Yaşamê nîne.”

‘AN SERÎ BITEWÎNE AN JÎ EM Ê ÎNFAZA TE BIŞEWITÎNIN!’

Acettîn îşaret bi mercê ‘rewşa baş’ a di nava Qanûna Înfazê de cih digire da û diyar kir ku piştî mafê peywendiyan ên li gelek girtîgehan tê xwarin û şûnde herî zêde li ser vê mijarê serlêdan tê kirin. Acaettîn wiha domand: “Li gorî sererastkirina nû mijara ne berdanê heye. Ji 4/3’yê cezayê xwe divê razê. Ji niha û şûnde wê li girtîgehan li rewşa baş bê gerandin. Mirovên ku mehek wan mayî, nikarin bên berdan. Ji ber cezayê disiplînê yê ku li hundir girtî, cezayê hucreyê girtine, li ser vê re jî tevî cezayê wan qediyaye jî nayên berdan. Ji bo ji vê sûdê bigire divê bêjin ku ew jovan bûne. Bi gotina; ‘Ji tiştên min kirî jovan im, ji niha û şûnde ji derve van tiştan nakim’ tê vê wateyê. Dema vê jî bêje, rewşek welê heye ku dibe hemû cezayê girtî raze. Di hevdîtinên malbatan ên li gel me û nameyên ji bo me tên şandin, giliyên wiha hene. Giliyên mîna hilweşandina înfazê û dirêjkirina ceza ji bo me tên ragihandin.”

HEWLDANA KONTROLA MUTLAQ

Girtîgeh eyneya civakê ne, ji ber ku girtî ji ber nêrînên xwe li hundir in. Rêya xistina kontrolê ya siysî û aborî ya civakê, bi zêdekirina zext û şideta li girtîgehan dibînin. Ev yek ne tenê hişmendiya AKP’ê ye, hişmendiya dewletê bi xwe ye. Hikûmet ji bo domandina sîstema xwe, dîsa ji bo girtîgehan bixin di bin kontrola xwe de ye. Hem ji bo yên hundir di bin zextan de bihêle, hem jî malbatan bitirsînin, hem jî peyama didin ên derdorî xwe bi polîtîkaya li girtîgehan. Ji bo nerazîbûnên hejaran weke amûrekê bikar tîne. Rojevê dike ev. Sînordarkirin, qedexe û êşkence aliyekî din ê vê ye. Vê hemûyê jî ji bo peyamekê bidin civakê li girtîgehan nîşan din. Çi bê xwestin wê dike.”