'Zextên AKP'ê berê ciwanan da têkoşîna hevpar'
Endama Meclîsa Ciwanan a HDK'ê Şevval Ûzûn diyar kir ku yek ji sedemên herî girîng ên têkoşîna hevpar a ciwanan, polîtîkayên zordar ên AKP'ê ye.
Endama Meclîsa Ciwanan a HDK'ê Şevval Ûzûn diyar kir ku yek ji sedemên herî girîng ên têkoşîna hevpar a ciwanan, polîtîkayên zordar ên AKP'ê ye.
Di çalakiyên şermezarkirinê de ku bi girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû re destpê kirin, ciwan bi roleke girîng rabûn. Çalakiyên ku ciwanên zanîngehê dan destpêkirin di demeke kurt de li gelek deverên Tirkiyeyê belav bûn û bi ciwanên li zanîngehê tenê sînordar nema. Vê yekê kir ku tevgerên ciwanên sosyalîst ên Tirkiyeyî jî li ser zemîna têkoşîneke hevpar li hev kom bibin.
Endama Meclîsa Ciwanan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Şevval Ûzûr li ser vê helwesta ciwanan a di çalakiyan de axivî.
Şevval Ûzûn diyar kir ku rewşa nediyar a li nava jiyana civakî, her wiha bêtehemûliya zêde bûye, kir ku tevlîbûna li nava çalakiyan zêde bibe û got, "Piştî Ekrem Îmamoglû hate binçavkirin û girtin, ciwan daketin qadan û nerazîbûneke mezin nîşan dan. Ev yek bi gelek faktorên civakî, hestewarî û siyasî dikare bê eşkerekirin. Li her qada jiyanê bêtehemûlî û rewşeke nediyar heye. Ev girtin û desteserkirina îradeyê ji bo agirê ku ciwan di nav de bû, veguherî çirûskekê. Ciwan ji bo vê yekê rawestînin daketin qadan. Sedemên xwe yên sereke jî hesta demokrasiyê û xwedîderketina li îradeyê ye."
Şevval Ûzûn diyar kir ku ji ber hebûna desthilatdariya AKP'ê, mirovên ji fikrên cuda di çarçoveya armanceke hevpar de li hev kom bûn û got, "Tevgera ciwanan ku têgihişt ku divê li hemberî desthilatdariya AKP'ê bibe yek, ji ber ku zanîbûn têkoşîn bi vî rengî dikare bê pêşvebirin û çareserî jî di vir de ye, xwedî fikrên cuda jî bin di konjoktura niha de kir ku têkoşîna hevpar bimeşînin. Têkoşîna hevpar ev cihêrengî veguherand dewlemendiyekê û hesta 'em' xurtir kir. Her wiha tevlîkarî û cihêrengiya tevgerê zêde kir. Vê yekê jî di girseyîbûna çalakiyan de roleke diyarker lîst. Rêxistiniyên xwedî mejiyê faşîst, ji berê ve hewl didin vê hevgirtinê têk bibin, li qadên lê ne provokasyonan biafirînin, lê belê pêvajoya heyî rê neda vê yekê.
Niha qada têkoşînê ji kolanan derbasî zanîngehan bû û bi vî rengî bi hesteke hîn demokratîk û şoreşger ên girseyî pratîkeke têkoşînê tê avakirin. Di vê çarçoveyê de çalakî ji rewşa belawela û spontane derbasî rewşeke rêxistinî bû û daxwaz jî şênber bûn.
Mînak, daxwazê ji bo berdana Îmamoglû, azadiya hevalên wî yên di vê demê de hatin girtin û parastina mafên demokratîk rê û rêbaz dewlemend kir û çavkanî kir yek. Vê hevkariyê jî kir ku tevger ne tenê teqîna hêrsê be, her wiha bibe sekneke siyasî ya zanebûn."
Şevval Ûzûn di dawiya axaftina xwe de got, "Desthilatdariyê bi êrîşên li ser pêşengên tevgera cviwanan, bi binçavkirina 2 hezar kesî û girtina 300 kesî hewl da tirsê bixe nava ciwanan û hesta rewşeke nediyar biafirîne. Lê belê berevajî bendewariya desthilatedariyê bû. Her zext, binçavkirin û girtinê hêrs hîn bêhtir mezin kir."