Zêdeyî 200 ciwanên Reqayê beşdarî refên QSD’ê bûn
200 ciwanên din ên Reqayê beşdarî refên QSD’ê bûn.
200 ciwanên din ên Reqayê beşdarî refên QSD’ê bûn.
Akademiya Perwerdeya Leşkerî ya Şehîd Feysel Ebû Leyla 17 roj berê dewreya perwerdeyê bi beşdarbûna 220 ciwanên ji pêkhateyên Kurd û Ereb ên ji bajarê Reqayê û gundewarên wê dan destpêkirin. Dewereya ku ciwan tê de fêrî bikaranîna çekên sivik bûn îro bi merasîmekê bi dawî bû û ciwan bi fermî tevlî QSD’ê bûn.
Di merasîmê de, fermandarên QSD‘ê endamên desteyên rêveberiya xweser û bi dehan şêniyên herêmê amade bûn.
BANG LI CIWANAN HATE KIRIN
Di destpêkê de şervanan merasîmekî leşkerî lidar xistin. Piştre jî Endamê Fermandariya QSD‘ê Heyder Ehmed qedandina dewreyê li gelê Sûriyê û di serî de gelê Reqayê pîroz kir û got ku şervanên QSD‘ê ji gelê Sûriyê re hêviya rizgarkirinê ne.
Fermandarê QSD‘ê Ehmed bang li ciwanên Sûriyeyê kir ku tevlî refên QSD‘ê bibin û li dijî êrîşên ku Sûriye û projeya Netewa Demokratîk dikin hedef, bibin bersiv.
Şervanan jî soza leşkerî dan û destnîşan kirin ew ê wefedarê welatê xwe bin û şopdarên rêya şehîdan bin.
Şervanan di dawiya merasîmê de, li ber stranan govend gerandin.