Zêbarî diçe Tirkiyeyê

Zêbarî diçe Tirkiyeyê

Wezîrê Derve yê Tirk Ehmed Davûtoglû da diyarkirin ku, roja Înê Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Hişyar Zêbarî tê Tirkiyeyê. Her wiha aşkera kir ku, piştre ew jî dê biçe.

Wezîrê Karê Derve yê Tirk Ehmed Davûtoglû ku ji bo hinek hevdîtinan çûbû paytextê Ummanê Mûskatê, li wir daxuyaniyek da rojnamegeran û ragihand ku, ew li bendê ne Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Hişyar Zêbarî roja Înê bê Tirkiyeyê û got: “Ji ber berê jî di navbera Tirkiye û Iraqê de têkilî hebûn, lê belê bi van serdanan tê armanckirin ku, tengasiyên konjekturel ên van demên dawî derketîn bêne derbazkirin û ez bawer dikim ku careke din eleqe bigehîn asta bilind.”

Wezîrê Tirk Davûtoglû li ser serdana Zêbarî ev nirxandin kirin: “Me li ser vê mijarê li New Yorkê di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de hevdîtinek kiribû. Dîsan di civîna ku mijarên mirovî û penaberan ya li Cenewreyê hatin dest girtin de me hev dît. Ji bo têkiliyên di navbera Tirkiye û Iraqê de bigehin astek bilind me rêyek ji xwe re danî bû, di vê çarçoveyê de Serokê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Meclisa Gelê Mezin ya Tirkiyeyê (TBMM) birêz Volkan Bozkir duh li Bexdayê bû, roja Înê jî em li benda birêz Hişyar Zêbarî ne. Piştre jî dê serdana min çêbibe. Bi vî awayî têkiliyên di navbera Tirkiye û Iraqê ên di van demên dawî de ji ber tengasiyên konjekturel kêmbûyîn, careke din bigehin astek bilind ez bawer dikim dê pêngavek girîng be.”