Zarokên Kurd û Emerîkî ji bo Rojava wêne çêkirin
Zarokên Kurd û Emerîkî li Washîngtonê li hev kom bûn û ji bo rawestandina êrişên dagirkeriyê yên Tirk wêne çêkirin.
Zarokên Kurd û Emerîkî li Washîngtonê li hev kom bûn û ji bo rawestandina êrişên dagirkeriyê yên Tirk wêne çêkirin.
Komek ji zarokên Kurd û Emerîkî ji bo bibin hêvî li Parka Mîlî ya li pêşberî Kongreya Emerîkayê wêne çêkirin.
Zarokan li ser paçê dirêj û kaxizan wêne çêkirin û xwestin şerê dagirkeriyê yê li Rojava raweste.
Yek ji amadekaran got, "Zarok ji bo bidawîbûna vî şerî dixwazin peyamekê bişînin."
Tevî zarokên Kurd her wiha zarokên Çînî û Ereb jî tevlî karê çêkirina wêneyan bûn û ji vî karê xwe re jî gotin, "Reng û hêvî ji bo Rojava."
Hate ragihandin ku wê di dema bê de çalakiyeke ji vê mezintir bê pêkanîn.