Zarokê ku otobusa şaredariyê lêxist jiyana xwe ji dest da
Zarokê ku otobusa şaredariyê lêxist jiyana xwe ji dest da
Zarokê ku otobusa şaredariyê lêxist jiyana xwe ji dest da
Zarokê 7 salî ê otobusa şaredariya Yuregîr şevê din lêxist jiyana xwe ji deset da.
Li Kolana Çukurova ya Taxa Anadolu ya Yuregîra Edeneyê şevê din otobusa şaredariyê li zarokê 7 salî Îbrahîm Taşkiran xist û jiyana xwe ji dest da. Girseya ku duh li Yuregirê ji bo dîwarê di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de tê avakirin û kuştina 3 welatiyên Kurd ên ji Qamişlo hatin Nisêbînê û ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hatin qetilkirin şermezar kir meş pêk anîn.
Di meşê de girseyê rê li trafîkê girt. Di dema çalakiyê de Otobusa Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê ya plakeyawê 01 UB 052 dema di kolana çalakiyê re derbas dibû li zarokê 7 salî Îbrahim Taşkiran qeliband. Taşkiran ê ku ket bin otobusê jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku, ajokarê otobusê jî birîndar bûye û rakirin Nexweşxaneya Perwerdehiyê ya TOKÎ Numune ya Edeneyê. Piştî bûyerê polîsan dest bi lêkolînê kir.