Zaroka keç ya li Hindistanê hate tecawizkirin jiyana xwe ji dest da
Zaroka keç ya li Hindistanê hate tecawizkirin jiyana xwe ji dest da
Zaroka keç ya li Hindistanê hate tecawizkirin jiyana xwe ji dest da
Zaroka keç ya 4 salî ku beriya niha du hefteyan li Hindistanê hate tecawizkirin jiyana xwe ji dest da.
Beriya du hefteyan li Hindistanê zaroka keç ya 4 salî ku ji aliyê kesekê 35 salî ve hate tecawiz kirin, şeva din li Nexweşxaneya Care ya Nagpurê hate hînbûn ku jiyana xwe ji dest daye.
Berdevkê Nexweşxaneyê P.A.Sriram ragihand ku, “ Roja Duşemê di demjimêr 19.45’an de dilê wê rawestiya û jiyana xwe ji dest da. Me her tişt kir lê tansiyona wê ket. Lê bersiv neda mudaxeleyên me.”
Malbata zaroka 4 salî roja 18’ê Nîsanê bi awayek ji xwe çûyî, piştî rojekê ji aliyê kesekê 35 salî ve hatî tecawizkirin dîtibû. Kesê 35 salî piştî zarok tecawiz kir, ew danîbû cotgehekê.
Zaroka keç roja 15’ê Nîsanê ji mala xwe ya li taxek ya Delhiya Nû hatibû revandin û gelek caran hatibû tecawiz kirin.