Zap bi topên obusan hat bombekirin

Zap bi topên obusan hat bombekirin

HPG'ê da xuyakirin ku qada Zapê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê bi obus û topên hewanê hatiye bombekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku bombebaran duh destpê kiriye û hînê dewam dike.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di 1'ê Cotmehê saet di navbera 11.00 û 17.00 de qadên Talisa, Ş. Karwan, Tepê Mirîşka, Bogaza Erbîş, Gara Biçûk, Gara Mezin û Şehî Dunya yên li Zapê ji aliyê artêşa TC ya dagirker ve bi hewan û obusan hatine bombekirin. Ev êrîş hînê dewam dikin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di saetên Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan "pakêta demokratîkbûyînê" hat aşkerakirin de li tevahiya Herêmên Parastinê yên Medyayê balafirên şer geriyane û di heman rojê de balafirên kefşê jî keşif kirine. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di 30'ê Îlonê de di serî de Zap û Gare li tevahiya qadên me yên Herêmên Parastinê yên Medyayê balafirên keşfê firiyane. Dîsa di 30'ê Îlonê de saet di navbera 10.00 û 12.00 de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li ser tevahiya Herêmên Parastinê yên Medyayê firiyane."