Dosyeya Hevserokên Giştî yên berê HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji ser rewşa girtîbûna wan hate nirxandin û bi hincetên ‘Dibe ku delîlan ji holê rakin’ û ‘Gumaneke mezin a sûc’ heye, biryar hate dayîn ku bila neyên berdan.
Dosyeya Demîrtaş û Yuksekdag derbarê lêpirsîna li ser 6-8’ê Cotmeha 2014’an a çalakiyên Kobanê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di 20’ê Îlona 2019’an de hatibû destpêkirin. Di nirxandina vê dosyeyê de agahî nedan parêzerên Demîrtaş û Yuksekdag.
Bi hincetên ‘Dibe ku delîlan ji holê rakin’ û ‘Gumaneke mezin a sûc’ heye, biryar hate dayîn ku bila Demîraş û Yuksekdag girtî bimînin.