Yuksekdag: Rizgariya jinan di şoreşa Rojava re derbas dibe
Yuksekdag: Rizgariya jinan di şoreşa Rojava re derbas dibe
Yuksekdag: Rizgariya jinan di şoreşa Rojava re derbas dibe
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgan Yuksekdag a di çarçoveya aktîvîteyên "Muzeya Şermê ya 12’ê Îlonê" sohbeta bi mijara "Şoreşa Jinê ya Rojava” de axivî got ku wê Şoreşa Rojava rê nişanî dîroka cîhanê bike û wiha axivî: "Azadiya tevayî jinên li cîhanê dijîn di şoreşa Rojava re derbas dibe.”
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), di çarçoveya aktîvîteyên "Muzeya Şermê ya 12’ê Îlonê” de li Navenda Huneran a Hemdemî, sohbeta bi mijara "Şoreşa Jinê ya Rojava” li dar xist. Di sohbetê de li gel Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Serokê Rêxistina Enqere ya ESP’ê Fadîme Çelebî, endamên Federasyona 78’an a Şoreşger û welatî amade bûn.
Yuksekdag di sohbetê de têkildarî şoreşa jinê ya li Rojava çavdêriyên xwe ragihandin got, "Eger mirov li Rojava terîfkirina nebza jiyanê bike yek şoreş yek jî jin e.” Yuksekdag diyar kir cihê ku jin û şoreş gihiştiyê Rojava ye û ew jî di erdnîgariya Rojhilata Navîn de xwedî cihekî pir girîng e.
Yuksekdag axaftina xwe wiha domand, "Jinan tecrûbeyên xwe yên parastina cewherî ji PKK’ê û YJA STAR wergirtine. Jin hem xwe hem jî axa xwe diparêzin.” Yuksekdag axaftina xwe bi gotina: "Azadiya tevayî jinên li cîhanê dijîn di şoreşa Rojava re derbas dibe.”
Sohbet, bi beşa pirs-bersivan bi dawî bû.