Yuksekdag: Darbe li vîna gel hate kirin!

Yuksekdag diyar kir, darbe li hilbijêran hat kirin û got, li Tirkiyeyê faşîzm heye. Yuksekdag ragihand, ti hukmê rakirina parlamenteriya wê nîne.

Doza li dijî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, ku ji ber axaftina wê ya di salvegera Şoreşa Rojava de li Pirsûsê kir hat vekirin, li 5. Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê bi rûniştina 4. dewam kir.

Yuksekdag ji Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê bi rêya sîstema deng û dîmen SEGBÎS'ê tevlî rûniştinê bû.

Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag got, "Darbe li hilbijêrên me, li vîna gel hatiye kirin. Hemû doz veguherîne amûr û operasyonên desteserkirin û darbeyê. Mekanîzmayên dadgeriyê veguherîne çeka desthilatdariyê. Şûrê dadgeriyê li ser serê siyasetmedarên hatine hilbijartin diheje. Bi zexta siyaseta otorîter, dadgerî teviziye."

Yuksekdag diyar kir, li Tirkiyeyê niha rewşeke darbeyê heye, dadgerî ti carî mîna niha neketiye binê zextê û wiha dewam kir: "Bi destê saziyên dewletê tasfiyeyeke siyasî tê kirin. Bêyî organîzasyoneke navendî, nepêkane ku der barê me de biryar bê dayîn. Dadsgerî bi biryarên siyasî dimeşe. Ji aliyê navendên siyasî ve tê diyarkirin, bê kîjan ceza wê were dayîn, dozeke bi çi rengî bê vekirin."

'DEMOKRASÎ NÎNE, FAŞÎZM HEYE'

Yuksedag ragihand, ti hukmê betalkirina parlamenteriya wê nîne û got, "Rewşeke hilweşîner a siyasî li hemberî me heye. Akademîsyen tên darizandin, ezmûn û daneheviya civakî tê tinekirin, rojnamevan tên binçavkirin. Ji ber parvekirinên medya civakî mirov tên girtin, girtîgeh tijî bûne. Ji bo cih vala bikin, sûcdarên rastî berdidin. Desthilatdariya siyasî hewl dide ji aliyê azadiya ramanê ve dersê bide Ewropayê, lê belê em girt, parlamenteriya me xist. Li welatên ku demokrasî lê nîne, şerkerî heye, manîpulasyon heye. Welatekî ku pê re şer nekiriye, nema ye. Li derve ti qîmeta Tirkiyeyê nema ye. Yên ku ev kirine, îro me dadgeh dikin û mafên me yên rewa desteser dikin. Li Tirkiyeyê, roleke girîng dikeve ser milê saziyên dadgeriyê. Me berdêl dan pêş çavê xwe, seknek nîşan dan. Lazim e saziya siyasetê vê rîskê bide ser milê xwe. (...) Pêkanînên faşîst hene. Sîstemeke otorîter heye, ku saziyên dewletê nizane wê li gorî kîjan qanûnê tevbigerin. Li Tirkiyeyê Destûra Bingehîn bi cih nayê. Wezîfeya hemû saziyên dadgeriyê ew e ku bi Destûra Bingehîn ve girêdayî bin. Lê belê desthilatdariya siyasî li gorî Destûra Bingehîn tevnagere, Destûra Bingehîn nas nake û her roj binpê dike. Em niha nikarin wezîfeya xwe ya destûrî bi cih bînin, nikarin wezîfeya xwe temsîliyetê pêk bînin."

'PYD'Ê RIHA Û DÎLOK LI DIJÎ DAIŞ'Ê DIPARAST'

Yukekdag bal kişand ser axaftina xwe, ku bûye sedema doza li dijî wê hatiye vekirin û got, "Me got, ya ku divê hûn pişta xwe bispêrê, civaka Kurd e. PYD'ê Dîlok û Riha li dijî êrîşên DAIŞ'ê diparast. Naveroka axaftina min ev e û dîrokê nîşan da ku em mafdar in. Eger bi PYD a ku îro 'terorîst' îlan kiriye têkiliyeke rast danîbûya, pirsgirêk û windahiyên îro rû nedidan. Hevalbendekî bi tenê jî nema ye ku Tirkiye pişta xwe bispêrê. Eger tifaq bi Kurdan re hatibûya kirin, wê hêyên gelên Kurd û Tirk dixwazin vebûya. Desthilatdariya siyasî berjewendiyên xwe daniye pêş."

Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol, Dilara Înal û Hîdayet Enmek jî dan xuyakirin, ku belgeyên li ser PYD'ê hatine pêşkêşkirin û darizandin li dijî xala 90. a Destûra Bingehîn û Peymana Mafên Mirovana Ewropayê ye.

Rûniştina dozê heta 12'ê Hezîranê hat taloqkirin.