Yuksekdag: Bersiva me ya li dijî faşîzmê li her derê berxwedan
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag li ber Mizgefta Şîşlî di daxuyaniya çapemeniyê de axivî, bang li desthilatdariya AKP’ê kir û got; “Em ê îradeya xwe ya siyasî teslîm nekin.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag li ber Mizgefta Şîşlî di daxuyaniya çapemeniyê de axivî, bang li desthilatdariya AKP’ê kir û got; “Em ê îradeya xwe ya siyasî teslîm nekin.”
Li ber Mizgefta Şîşlî di pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) bi şîara “Îradeya gel nikare bê teslîmgirtin” wê meşek bihata lidarxistin. Polîsan gotin “daxuyaniyê bidin û belav bibin”, gel bi dirûşmeyan bersiv da, li ber Mizgefta Şîşliyê daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. Di çalakiyê de Hevserokên HDP’ê yên Bajêr Aysel Guzel û Dogan Erbaş, KJA, Jinên Devrîmcî Partîlî, SODAP û gelek saziyên civaka sivîl û partî, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, parlamenterên HDP’ê Huda Kaya, Erol Dora, Garo Paylan û Fîlîz Kerestecîoglû amade bûn.
Girseyê pankarta “Amed îradeya me ye, em ê radestî darbeyan nekin” vekir , dirûşmeyên “Bi berxwedanê em ê bi ser kevin”, “Gelê Amedê ne bi tenê ye”, “Binçavkirin, girtin, zext nikarin me bêzar bikin” berz kir, dowîzên “Ez xwedî li nasnameya xwe derdikevin”, “Dest nede Hevserokên min” û “JINHA nayê bêdengkirin, em hebûn, hene û hebin” rakirin.
Di daxuyaniyê de Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Koçyîgît û Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag axivîn.
‘EM Ê BI SER KEVIN HEVALINO EM Ê BI SER KEVIN’
Koçyîgît destnîşan kir ku binçavkirina Hevşaredarên Amedê tê wateya darbeya li dijî îradeya gel, hilbijartiyan, gelê Kurd û wiha dewam kir; “Em vê darbeyê nasnakin. Yên difikirin ku wê bi van sepanînên neheq û bêhiqûq gel terbiye bikin, em carek din dibêjin xwe dixapînin. Em gel in. Gelê Amedê wê bi berxwedan û têkoşîna xwe dawiyê li polîtîkayên AKP’ê bîne. Ti wekîl û mirovekî ku em teslîmî van polîtîkayên AKP’ê bikin nîne. Di wan şaredariyan de keda gel, can û dilê wê heye. Her wiha sembola jiyana hevpar heye. Lewre jî her destwerdan avêtina gelê Kurd a derveyî sîstemê ye. Lê em di siyaseta demokratîk û jiyana hevpar de bi israr in. Rizgarî di siyaseta demokratîk de ye û em ê rizgariyê pêk bînin. Ji niha û şûn de her girtin wê rêya meclîsê bigire û rêya çiyê veke. Em ji vir bang dikin, hişyar bin.”
Koçyîgît bal kişand ku bi Rewşa Awarte dixwazin rêka sîstema serokatiyê vekin, mûxalefetê bixînin û wiha axivî; “Her tim mafdaran û mezlûman qezenç kirine. Bila tenê li gel yek bisekinin. Şerê me, têkoşîn û berxwedana me pîroz be. Em ê bi ser kevin hevalino em ê bi ser kevin.”
‘ME NÛ DEST BI BERXWEDANÊ KIR!’
Pişre Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag axivî û wiha got; “Êdî ti pêbaweriya wan a siyasî nemaye. Li dijî vê bersiva me zelal e. Hem li hundir hem li derve, li her derê ku mirov hene bênavber berxwedan. Eger ew di Rewşa Awarte de bi israr bin em jî di berxwedanê de bi israr in.”
Yuksekdag got Gultan û Firat ên li Amedê hatin binçavkirin sembola gelekî ne û wiha pê de çû; “Hûn dikarin mêweya darekê rakin, lê hêza we nagihêje axa vê darê. Hûn nikarin axa vî gelî bimiçiqînin. Ev ax berxwedan, siberoja me ye. Em dest ji berxwedanê bernadin, em ê siberoja xwe emanetî we nekin. Me hê nû dest pê kiriye. Ev berxwedan û têkoşîna bênavber destpêka me ye.”
Em ê her roj li kolanan bin. Bi girtina saziyên çapemeniyê hûn ê nikaribin dengê me qut bikin. Em ê li her derê bibin deng. Em bi tevahî xwişk û birayên xwe yên baweriya xwe bi pêşeroja demokratîk tînin re bibin yek dil û li ber xwe bidin. Careke din wê berxwedêr bi ser bikevin. Ev darbe wisa naçe. Yên li jor disekininê wê ber bi jêr biçin. Lê, em berxwedêr her tim her cihî em ê vê berxwedanê ber bi jor bikşînin. Em baweriya xwe bi rewabûna doza xwe tînin, yekane hêza me baweriya me ye.”
‘EM Ê BI SER BIKEVIN’
Yuksekdag herî dawî bang li her kesî kir ku li dijî van êrîşan bi biryardarî têbikoşin û wiha pê de çû; “Divê têkoşîna me ji dil berbelavî dilên din bibe. Em hebûn, hene û hebin û bi ser bikevin. Rêya berxwedêran, rêya me vekirî be.”
Piştî daxuyaniyê girseyê xwest bimeşe, lê polîsan bi guleyên plastîk û bombeyên gazê êrîş kirin, gelek kes binçav kirin.