YSK’ê cara duyemîn îtîraza AKP’ê ya hilbijartina Stenbol ret kir

Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK), îtîraza rejîma AKP-Erdogan  ku gotibû kesên ji Peywira Cemaweriyê hatî dûrxistin di hilbijartina li Stenbolê de deng dane, ret kir.

YSK’ê, di derbarê îtîraza AKP’ê ya di derbarê hilbijartina 31’ê Adarê ya şaredariya Stenbolê de biryar da.

Rejîma AKP’ê bi hinceta ku xebatkarên cemaweriyê yên bi BHQ’ê ji kar hatî avêtin deng dane, îtîrazî hilbijartina Stenbolê ya şaredariyê kiribû. YSK’ê bi pirdengiyê biryara retkirina îtîraza AKP’ê da.

Alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê Alî Îhsan Yavûz, bi rêya çapemeniya alîgir roja Yekşemê ragihandibû ku wê daxwaznameyeke din jî di derbarê hilbijartina Stenbolê de pêşkêşî YSK’ê bikin.