YSK’ê biryara ji nû ve hilbijartinê li Stenbol da

Li ser daxwaza AKP’ê YSK’ê ji bo Stenbolê biryara ji nû ve hilbijartinê da.

Li ser îtiraza AKP’ê ya li navçeya Buyukçekmece û gelemeriya Stenbol, dîsa nerazîbûna MHP'ê ya ji bo Maltepe û gelemperiya Stenbolê ji aliyê Desteya Hilbijartina Bilind (YSK) biryar hate dayîn. Nûnerê YSK’ê yê AKP’ê Recep Ozel li ser hesabê xwe yê fermî yê Twîtterê daxuyaniyek da û got: “Hilbijartina Stenbol tê dubarekirin. Serxêrê be.” Ozel ragihand ku wê hilbijartin 23’ê Hezîranê de pêk were.

Hate ragihandin ku biryar li hemberî 4 dengan bi 7 dengan hatiye girtin.

Desteya Rêveberiya Navendî ya CHP’ê bi serokatiya Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kilçdaroglû civiya.