YPS'ê li Kagithaneyê çalakî li dar xist

YPS'ê di çarçoveya 'Pêngava tolhildanê' de li navçeya Kagithane ya Stenbolê çalakî li dar xist.

Tîmên Bersivdanê yên Şehîd Şîrîn Kocakaya yên YPS'ê di çarçoveya 'Pêngava tolhildanê ya li dijî mêtingerî û sîxuriyê" de otoparkek, 3 wesayit û qemyonek şewitandin.

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyan ev agahî hate dayin:

"14'ê Cotmehê li taxa Gursel a navçeya Kagithaneyê ya Stenbolê otoparka şexsên faşîst a li Tumleçê hate şewitandin. Di encama çalakiyê de dorseyên qemyonê û kulûbeyek li nava otoparkê hatin şewitandin.

13'ê Cotmehê li navçeya Kagithane 3 taksî û qemyoneke faşîstan hatin şewtiandin."