YPG: Metropolît ji aliyê Feteh El-Hesûn ve hatiye revandin

YPG: Metropolît ji aliyê Feteh El-Hesûn ve hatiye revandin

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku herdu metranên ortodoks ji aliyê komek çekdar a girêdayî Artêşa Azad ve hatine revandin û bang li Artêşa Azad û Koalîsyona Niştimanî ya Hêzên Şoreşger û Muxalefeta Sûriyeyê kir ku herdu metran di zutirîn demê de werin berdan. YPG destnîşan kir ku herdu metran neyên berdan ewê neçar bimînin ku ji bo azadiya wan têbikoşin.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Metropolîtê Ortodoks ê Suryanî Yuhanna Îbrahîm û Metropolîtê Ortodoks ê Rum Paulus Yazıcı di 22’yê Nîsanê de li nêzî Helebê, ji aliyê komên çekdar ve hatin rawestindin û destpêkê ajokarê wan hate kuştin, piştre jî herdu metran hatin revandin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku YPG vê kiryarê li dijî mirovahiyê dibîne û hate gotin ku ev yek ji aliyê kesên ku ji mirovahiyê sud negirtine ve hatiye pêkanîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku YPG ji roja destpêkê heta niha bi baldariyek gelekî mezin li pey bûyerê ye û dişopîne.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku di encama lêkolîna YPG’ê de derketiye holê ku herdu metran ji aliyê komek girêdayî Artêşa Azad ku kesê bi navê Feteh El-Hesûn berpirsyarê wan e ve hatine revandin.

Di berdewama daxuyaniyê de bang li Artêşa Azad û Koalîsyona Niştimanî ya Hêzên Şoreşger û Muxalefeta Sûriyeyê hate kirin ku herdu metran di zutirîn demê de werin berdan. Her wiha hate destnîşankirin ku ev bûyer wekî bûyerek li dijî mirovahiyê ye û tu berjewendiyek şoreşa Sûriyeyê tê de tune ye, lewre bang li koalîsyona niştimanî hate kirin ku ji alema Xiristiyan lêborînê bixwaze. 

Li ser nûçeya ku çend roj beriya niha di hinek malperan de hatibû weşandin û hatibû îdîakirin ku herdu metran hatine berdan jî di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li aliyê din em aşkera dikin ku helwestên xapandinê nayên qebûlkirin. Di 24’ê Nîsanê de wekî ku herdu metran hatine berdan nûçeyên derew hatin weşandin. Ev nûçeyên derew in.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku herdu metran di demeke nêz de neyên berdan, wê YPG neçar bimîne ku ji bo azadkirina herdu metranan têbikoşe.