YPG: Li Til Temirê 35 çekdar hatin kuştin

YPG: Li Til Temirê 35 çekdar hatin kuştin

Fermandariya Giştî ya YPG’ê da zanîn ku di nava hefteyekê de li Til Temirê 35 çekdarên hatin kuştin û 4 şervanên wan jî jiyana xwe ji dest dane.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê pevçûnên li Til Temir de ku hefteyekê dom kir daxuyaniyek da. Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG’ê hate gotin ku li bajarokê Til Temir yê Rojavayê Kurdistanê komên çekdar ên  ji Êla Şerabiyan li nêzî Gundê Ên El-Ebid êrîşî dewriya YPG’ê kirin, di encama bersiv dayina şervanên YPG’ê de pevçûn 2 rojan dewam kir. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku hin tabûr ji Cebehet El -Nesra ketin navbera wan de û destek da çekdarên şerabiyan û xwest rê li ber tevlihevî û şerekî navxweyî di herêmê de çêbibe. Di daxuyaniyaniyê hate destnîşan kirin ku şervanên YPG’ê ku bi erkên parastina welatiyên sivîl radibûn, êrîşên van koman bersivandin. Di encamê de qadên  pevçûnên dijwar di  navber YPG’ê û komên çekdar rû dabûn fireh bûn.

Di daxuyaniya hate diyarkirin ku di encama pevçûnan de bajarokê Til Temir û riya Til Bêder Til Temir (riya Qamişlo) bi temamî ji komên çekdar hatin paqijkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku di pevçûnên ku hefteyekê dewam kir 35 çekdar hatin kuştin. Di nava kuştiya de 13 çekdarên Cebhet El- Nesra hene û 5 çekdarên biyanî yên çebhet El-Nesra dîlgirtî ketin destê şervanên YPG. Çar şervanên YPG’ê jî jiyana xwe jidest dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku şervanên YPG’ê di van pevçûnan de Doşka 12.5, Qernas 1,  Bîksî 1, 17 qilêş, 3 wesayitên leşkerî û zexîre desteserkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de Fermandariya Giştî ya YPG’ê hate destnîşan kirin ku niha bajarokê Til Temir û  riya di navbera Qamişlo û Til Temirê de bi tememî hatiye paqij kirin û YPG’ê hîn li ser sozê xwe ye parastina hemû pêkhateyên herêmê ji hemû êrîşan.