YPG: Li dijî serkeftinên me hewildanên reşkirinê hene
YPG: Li dijî serkeftinên me hewildanên reşkirinê hene
YPG: Li dijî serkeftinên me hewildanên reşkirinê hene
Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) nûçeyên ku di hin saziyên çapemeniya rêjîma Baas û Başûrê Kurdistanê de hatine weşandin û îdia dikin ku operasyona YPG’ê ya ku ev 4 roj in li herêma Til Birak û Til Hemîs dom dikin, bi alîkariya hêzên rêjîmê tên meşandin, derewandin. Navenda çapemeniyê diyar kir ku ev hewildanên reşkirina têkoşîna wan a azadiyê ye.
Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê mijarê de di malpera xwe ya fermî de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: "Her car ku hêzên me dest bi tevgera paqijkirina herêmên Rojava ji komên çete yên dagirker bike, em dibînin ku hin dengên ji rastiyê dûr û bi armanca reşkirina xebata me ya şoreşgerî bilind dibin. Balkêş e ku hin aliyên Kurd jî bi awayekî eşkere dibin beşek ji vê propagandeya reşkirinê. Rêjîma Baas û alîgirên wê bi rêya dezgehên xwe yên çapemeniyê dixwazin hêzên me, weke hevkarên xwe nîşan bidin. Ev derdor difikirin ku ew ê bi van kiryarên xwe yên qirêj zerarê bidin vîna me ya azad û şervanên me di çavên gelê Kurd de reş bikin."
Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku raporên ji aliyê çapemeniya rêjîma Baas û hin dezgehên çapemeniya Başûrê Kurdistanê ve hatine weşandin bi temamî ji rastiyê dûr in û weha dewam kir: "Tevgera me ya rizgarkirina herêmên Rojava ji komên çete yên DAIŞ'ê bi awayekî eşkere tê birêvebirin. Di vê tevgerê de Kurd û Erebên herêmê jî piştgirî dan şervanên me. Tevî vê rastiyê jî, rêjîma Baas ya hatiye hilweşandin û ti rewabûna wê nemaye, hewl dide xwe bike hevkarê serkeftinên şervanên me. Çapemeniya rêjîmê ya munafiq bi kişandina hin dîmenên ji gundên Ereban yên dikevin Başûrê Qamişlo ku berê di bin kontrola wê de bûn, hewl dide rastiya me reş bike û hêza xwe ya têkçûyî ji nû ve zindî bike. Hin dezgehên çapemeniya Başûrê Kurdistanê jî bi helwestên xwe yên weke 'rêjîm û YPG’ê bi hev re êrîşê çekdarên opozîsyonê dikin' destê çeteyên DAIŞ’ê û Cebhet El-Nusra bihêz dikin"
Navenda Ragihandina YPG’ê tekez kir ku ti hebûna yek leşkerê rêjîma Baas jî li deverên hatine rizgarkirin tine ye û weha got: "Heta niha ti saziyên çapemeniya rêjîmê derbasî deverên ku ji aliyê şervanên me ve hatine rizgarkirin nebûne. Em jî weke YPG’ê bi ti awayî destûrê nadin ku ti dezgehên çapemeniyê yên girêdayî rêjîma Baas bikevin nava herêmên me yên rizgarkirî, yên ku bikevin van herêman jî, yekser wê ji aliyê hêzên me ve werin girtin. Divê were zanîn ku em ê bi ti awayî bang li çapemeniya şerê taybet ya rêjîma kujer û têkçûyî nekin. Em ji wan dezgehên çapemeniyê yên Başûrê Kurdistanê re jî dibêjin ku ev nûçeyên we yên derw tenê dikevin xizmeta çeteyên DAIŞ'ê. "
Navenda Ragihandina YPG’ê herî dawî bang li gelê Kurd kir ku, guh nede derewên rêjîma Bas û çeteyên DAIŞ'ê û li nirxên xwe yê pîroz xwedî derkeve.