YPG: Em dê Serêkaniyê ji komên çete paqij bikin

YPG: Em dê Serêkaniyê ji komên çete paqij bikin

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku li Serêkaniyê heta niha wekî Tabûra Şehîd Erdal ya xwe birêxistin kiribû, diyar kir ku piştî berxwedana wan ya li Serêkaniyê, gelek ciwanên Kurd berê xwe daye nava refên YPG’ê, lewre jî hêza xwe mezin kiriye û Tûgaya Şehîd Abid îlan kiriye. YPG’ê aşkera kir ku ew dê bi buhayê hemû bedelan jî Serêkaniyê ji çeteyan paqij bikin.

YPG’ê piştî berxwedana li Serêkaniyê, hêza xwe ku heta niha tabûr bû, derxist asta tûgayê û navê Serokê Meclîsa Gel ya Serêkaniyê Abid Xelîl ku di êrîşa komên çete de jiyana xwe ji dest dabû, lê kir. Fermandarê Tabûra Şehîd Erdal yê YPG’ê Dijwar derbarê mijarê de ji ANF’ê re axivî. Dijwar derstnîşan kir ku, berxwedana Tabûra Şehîd Erdal li Serêkaniyê daye meşandin, nehişt ku komên çekdar yên dixwestin ji bo pêkanîna pilanên dewleta Tirk ya ku mafên gelê Kurd qebûl nake, teslîmkariyê li ser miletê kurd û gelên din bidin ferzkirin, bigihîjin armancên xwe.

‘BERXWEDANÊ BANDOREK MEZÝN ÇÊKÝR’

Dijwar anî ziman ku, ev berxwedanî û lehengiya Tabûra Şehîd Erdal bandorek gelek mezin li ser gel çêkiriye, moral daye gel û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Vê berxwedanê bandorek erênî li ser gelê Kurd çêkiriye. Di encama vê serkeftinê de vê tabûrê nîşan daye ku bandor rasterast li ser ciwanên Kurd çêkiriye. Vê yekê rê li ber vekiriye ku gelek ciwan tevlî refên YPG’ê bibin. Heta hinek kordînasyon û xortên tevlî van komên çekdar ên radîkal ku bi îdîaya îslamiyetê tevdigerin bûne jî, veqetiyan û tevlî YPG’ê bûn. Ev jî bandora berxwedana tabûra me ya li Serêkaniyê nîşan dide.”

‘ME TÛGAY AVA KÝR’

Dijwar diyar kir ku, wan wekî Tabûra Şehîd Erdal ev rewş nirxand û biryar da ku “Tûgaya Şehîd Abid” li Serêkaniyê îlan bikin. Dijwar di derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Ji niha û pê ve em dê li Serêkaniyê berxwedana xwe bi navê Tûgaya Şehîd Abid pêşvetir bixin. Ev jî dilsoziya (wefa) ji bo şehîdên Serêkaniyê ye. Em bi navê şehîd Abid, Selah, Xalid, Silêman û Ehmed sond dixwin ku em dê Serêkaniyê rizgar bikin û ji hemû komên çekdar ên çete yên ku dixwazin îradeya gelê kurd têk bibin û planên dewleta tirk ya faşîst pêk bînin paqij bikin.”

Dijwar daxuyand ku, ew bi îlankirina vê tûgayê mizgîniyê didin gel ku ew dê li ser bihostek axa welatê xwe yê şirîn bi tu kesî re bazarê nekin û wiha pê de çû: “Em dê qebûl nekin ku mistek axa bav û kalan jî, ji dest biçe. Em sond dixwin ku em dê her tiştê giranbûya yên li gel me feda bikin ji bo destkeftiyên netewî û rizgarkirina welatê xwe ji her dagirkerekê.”