YPG'ê malbatek ji destê koma El-Farûq rizgar kir
YPG'ê malbatek ji destê koma El-Farûq rizgar kir
YPG'ê malbatek ji destê koma El-Farûq rizgar kir
Çekdarên Ketîbeya El-Farûq li gundê Zexîra yê girêdayî bajarê Girkê Legê êrîşî mala welatiyê bi navê Ebdillbasêt Mihemed kir, bi sedema malbat bi zora çekan tevlî koma çekar bibin û dema malbatê daxwaza wan bi cih neanî, gule li malê reşandin û di encamê de dayîka malê di destê xwe de birîndar bû.
Piştî êrîşa Ketîbeya El-Farûq Ebdillbasêt Mihemed banga Yekîneyên Parastin Gel (YPG) kir ji bo wî ji çekdaran rizgar bikin.
Yekîneyên Parastin Gel (YPG) di heman demê de gund dorpêç kirin. Di encama lêgerînê de hate xuya kirin ku çekdar li malên Yasîn Xelîl Îbrahîm û Zeydan El-Asî El-Şumerî ku xizmê Eymen Bilal e, yê ku bi navê Ebollwelîd li Tilkoçer serkêşiya Ketîbeyê dike xwe veşartibûn.
Yekîneyên Parastin Gel (YPG)li mala El-Şumerî dest danî ser 3'ê Kilaşînkof, dapanceyek eyar7 û wesayîtek tijî betanî ku cilên leşgerî yên girêdayî Ketîbeyê di nav de hatibûn veşartin.
Her wiha Yekîneyên Parastin Gel (YPG) 3'ê kesên çekar ji wan binçavkirin û 2 jî reviyan.
Gundê Zexîra 9km rojhilatî bajarê Girkê Legê dikeve û 4km ji Çilaxa dûr dikeve, welatiyên gund ji Kurd, Ereb û Xiristiyanan pêk tê.