YPG’ê di derbarê êrîşa xwekujî de daxuyanî da

YPG’ê di derbarê êrîşa xwekujî de daxuyanî da

Navenda Çapemeniya YPG’ê di derbarê teqîna bombeyî ya li dijî navenda YPG’ê ya li Tirbesiyê de daxuyaniyek nivîskî weşand û got, di teqînê de 2 endamên YPG, 2 endamên çand û huner, mêvanek ji Bakûrê Kurdistanê û welatiyekî sivîl bigiştî 6 kesan jiyana xwe ji dest dane. YPG’ê destnîşan kir ku, heta dawî hêzên wan dê bi îsrar bersiva êrîşên komên tarî bidin

Di derbarê êrîşa bi wesayîta bombebarkirî ku li dijî navenda YPG'ê ya bajarê Tirbespiyê pêk hat. Navenda çapemeniyê ya YPG'ê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, kesekî bi wesayîtek bombebarkirî êrîşî navenda Şehîd Demhat a Tirbespiyê kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, di encama teqînê de 2 şervanên YPG’ê, 2 qadroyên Tevgera Çand û Hunerê, Mêvanek ku ji Bakûrê Kurdistanê navenda YPG’ê ziyaret dikir û yek ji welatiyên sivîl bigiştî 6 kesan jiyana xwe jidest dan. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, kesê teqîn pêk anî hate kuştin û yekî ji endamê Baskê El-Nusra bû.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku, komên gawir ên ku di rojên Cejna Qurbanê de di pevçûnên Til Elo û Çilaxa de windayîyên mezin û di meydanên şer de têk çûn dest bi êrîşên întîharî kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, êrîşên wan têkçûna wan di meydana şer de nîşan dide.

Di daxuyaniyê de hate aşkera kirin ku, YPG bi hemû hêzên xwe li ber xwe dide û bersiva êrîşên hêzên tarî di her demê de dide.