YPG'ê bîlançoya 2 rojan eşkere kir: 11 çekdar mirin

YPG'ê bîlançoya 2 rojan eşkere kir: 11 çekdar mirin

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kirin ku di encama pevçûnên 2 rojên dawî li Til Temirê de11 çekdar hatin kuştin û 5 çekdarên biyanî dîl hatine girtin. Ji 5 çekdarên dîl girtî de 3 kurdên kerkûkê hene. YPG destnîşan kir ku ewan riya di navbera Til Temir û Qamişlo de bi temamî vekirine û operasyon li dijî komên çekdar dane destpê kirin.

Çavkaniyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek da û diyar kir ku di 2 rojên dawî de, pevçûn di navbera YPG’ê û çekdarên Cebhet El-Nesre û Ehfad El-Resûl de rû dan. Di van pevçûnan de 11 çekdar ji van koman hatin kuştin û 5 çekdarên ji Çebhet El-Nesre dîlgirtî ketin destê şervanên YPG’ê de.

Di daxuyaniya YPG'ê de ev agahî hatin dayîn:

"Beriya 3 rojan komeke ji Êla Şerabiya ku rê di navbera Til Temir û Qamişlo girtibûn êrîşî dewriya YPG’ê kirin û bi çekdarên Cebhet El-Nesra û Ehfad El-Resûl re êrîşî dewriya YPG’ê kirin. Çekdarên Cebhet El-Nesre 3 bendên kontrolê nêzî Gundê Ên El-Ebid li ser riya di navbera Qamişlo û Til Temir de çêkiribûn û ev rê ji bo çûn û hatinê girtibûn. Dewriyên YPG’ê ku hewl dan riya di navbera Qamişlo û Til Temir de vekin derketin operesyonê û di encamê de pevçûnên dijwar ku rû dan 11 çekdarên Cebhet El-Nesra hatin kuştin û 5 dîlgirtî ketin destê YPG’ê. Yek ji 5 çekdarên dîl ketin destê YPG’ê de ji Arabstana Siûdiyê ye û yek ji Silovakiya ye û 3 ji wan jî kurdên bajarê Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê ne."

Heman Çavkanî diyar kir ku piştî pevçûn di navbera şervanên YPG’ê û 2 bendên kontrê rû dan û kuştî û birîndarên wan çêbûn, çekdarên benda kontrolê ya 3’yemîn ji herêmê reviyan û riya di navbera Qamişlo û Til Temirê de hate vekirin.

YPG’ê da zanîn ku  şêniyên herêmê ji wan xwestine ku herêmên wan bi temamî ji komên çekdar paqij bikin. Li ser vî esasî YPG’ê dê operasyona xwe li dijî van koman bidomînin û herêmê bi temamî ji komên çekdar paqij bikin.

Çavkaniyên YPG’ê destnîşan kir ku piştî opersyona YPG’ê bi dawî bibe û herêm ji komên çete bêne paqijkirin wê hemû pêkhateyên herêmê civîna xwe lidar bixin û ji nû ve bajarê xwe dûrî nîjatperestiyê birê ve bibin.