YPG: 2 jê serçete 42 çete hatin kuştin
YPG: 2 jê serçete 42 çete hatin kuştin
YPG: 2 jê serçete 42 çete hatin kuştin
Operasyona hêzên YPG/YPJ'ê ya paqijkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê bi awayekî serketî dewam dike. Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku di pevçûnên dawî de li eniya rojhilat 2 kolan ji çeteyan hatine paqijkirin û 2 jê serçete herî kêm 42 çete hatin kuştin. Di şer de şervanekî YPG'ê jiyana xwe ji dest da.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi armanca dagirkirina Kobanê dane destpêkirin di roja 62. de dewam dike û li navenda bajêr pêşketina hêzên YPG/YPJ'ê dewam dike.
Navendê ragihandin ku, li gel desteka hêzên Bûrkan El Firat ên ser bi Artêşa Azad û çekên giran ên hêzên Pêşmergeyan, hin nuqteyên çeteyan dagir kiribûn, ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve hatine rizgarkirin û komên çete bi têkçûneke mezin re rû bi rûne. Navendê da zanîn, ku çeteyên derbên giran dixwin, bi hawanan navenda bajêr û qadên sivîl lê ne bombebaran kirin.
Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, bîlançoya 24 saetên dawî ya şer û pevçûnên li Kobanê bi vî rengî ye:
2 KOLANÊN ENIYA ROJHILAT HATIN RIZGARKIRIN: 2 SERÇETE 31 ÇETE HATIN KUŞTIN
"Hêzên me, li eniya rojhilat, li devera Sukul Hal û kolana şaredariyê, li hemberî hin nuqteyên ku çeteyan dagirkirin operasyonek pêk anîn. Şer duh bi roj û tevahiya şevê dewam kir û 2 nuqteyên ku çete lê bi cih bûbûn hatin rizgarkirin. Li vê eniyê hêzên me derbên giran li çeteyan dan. Di vê operasyona hêzê me de 28 çete hatin kuştin. Di nava çeteyên kuştî de serokçeteyên bi navê Ebu Alî Eskerî û Ebu Muhammed El Misirî ku di êrîşên li hemberî Kobanê de xwedî bandorek mezinbûn jî, hene.
Hêzên me, di navbera gundên Baxdik û Bozkê ku 25 kîlometro li başûrrojavayê Kobanê ne, li hemberî komên çete operasyonek pêk anîn. Di vê operasyonê de wesayitek hat rûxandin û 3 çete hatin kuştin.
LI ENIYA BAŞÛR 11 ÇETE HATIN KUŞTIN
Li eniya başûr jî hêzên me li hemberî komên çeteyan ku amadekariya êrîşan dikirin operasyonek bi bandor pêk anîn. Di vê êrîşa hêzên me de, komek çete ku piraniya wan ji kesên biyanî pêk tên hatine kuştin. Li vê derê, herî kêm 11 kuştiyên çeteyan hatine tesbîtkirin. Di saetên sibehê de, komên çete êrîş pêk anîne lê hêzên me bersivek tund dan wan û şerê sîng bi sîng dewam kir. Di encamê de êrîşa çeteyan hatine têk birin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan yê di vî şerî de nehatiye tesbîtkirin.
ŞERVANEKÎ YPG'Ê JIYANA XWE JI DEST DA
Di şerê 24 saetên dawî de, hevalekî me di operasyonên li hemberî çeteyan de bi qehremanî şer kiriye û şehîd bûye."