Yolerî: Divê girtiyên nexweş êdî bên berdan

Seroka ÎHD'ê Şaxê Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku girtiyên nexweş, ji ber karantînaya piştî veguhastinê, êdî naxwazin biçin nexweşxaneyê û got, girtiyên di kategoriya metirsîdar de ne divê bên berdan.

Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Stenbolê parêzer Gulseren Yolerî li ser rewşa dawî ya li girtîgehan ji ANF'ê re axivî.

Yolerî diyar kir ku binpêkirina mafên bingehîn ên girtiyan bi şewbê re zêde bûne û tên veşartin. Yolerî anî ziman ku bi şewbê re ji ber ku hevdîtinên malbatan û parêzeran ên bi girtiyan re hatine bisînorkirin, her wiha şandin û wergirtina nameyan tên astengkirin, têkildarî rewşa li girtîgehan bi têrkerî agahî nagihêje ber destê wan û destnîşan kir ku ev astengî hîn jî dewam dike.

Yolerî ragihand ku birîna têkiliya bi derve re, dike ku girtî hîn bêhtir bikevin nava stresê, nexweş bikevin û di nava şert û mercên vîrûsa koronayê de ji aliyê fîzîkî ve bêhtir lawaz bibin.

Gulseren Yolerî diyar kir ku ji bo girtiyên cezayê muebbetê li wan hatiye birîn û ji bo girtiyên nexweş ev pêvajo bêhtir giran e û anî ziman, girtiyên cezayê muebbetê li wan hatiye birîn tenê saetekê dikarin derkevin bêhnstandinê, girtiyên nexweş jî nikarin ji mafê tedawiyê sûdê werbigirin.

Yolerî bi bîr xist ku li girtîgehên Tirkiyeyê mafê tedawiyê ji xwe timî dihate binpêkirin, lê belê bi şewbê re ev pêvajo li ber rawestînê ye. Ji bo pênasekirina rewşê Yolerî got, "Mesele kêmasî yan jî astengî nîne; em qala pêvajoyeke welê dikin ku mafê tedawiyê bi temamî ji holê hatiye rakirin."

Yolerî diyar kir ku bi hinceta şewbê girtiyên nexweş ya sewqî nexweşxaneyê nakin, yan jî dema dibin, piştî vegerê bi tena serê xwe li karantînayê tên bicihkirin.

'NAXWAZIN BIÇIN NEXWEŞXANEYÊ'

Yolerî destnîşan kir ku karantîna jî di nava şert û mercên derveyî mirovahiyê de tê bicihanîn, mirina polîsê li hucreya karantînayê bi bîr xist û got, "Pêkanîna karantînayê ne tenê piştî veguhastina nexweşxaneyê, her wiha di her veguhastinê de tê bicihanîn. Karantîna jî di nava du mercan de tê pêkanîn. Ya yekemîn; em bêjin ku hûn li ber mirinê ne û we radikin nexweşxaneyê. Dest li rewşeke lezgîn tê werdan û piştre di vegera girtîgehê de hûn bi tena serê xwe 14 rojan -ku dem dikare dirêj bibe- neçar in li hucreyekê bimînin. Ev hucre bi giranî dişibin hucreyên ji bo cezakirinê, lewma gilî û gazin tê kirin ku bi nêm e û bêhewa ne. Mirovên ku nexweşiyeke xwe ya giran hebe, yên ku destwerdaneke lezgîn lê hatibe kirin, nabe ku 14 rojan bi tena serê xwe li devereke wiha bê hiştin. Mîna polîsê ku li hucreya karantînayê jiyana xwe ji dest da, heman metirsî li ser girtiyên nexweş hemûyan e. Ji ber vê yekê girtî êdî naxwazin biçin nexweşxaneyê jî. Di vir de cihêkarî di navbera girtiyên siyasî û edlî de tê kirin. Girtiyên edlî di nameyên xwe de bi giranî qala karantînaya li koxûşên qelebalix dikin. Di nameyên girtiyên siyasî de bi giranî dibêjin ku li hucreyên yek kesî tên hiştin. Lewma di vê pêvajoya şewbê de şert û merc gelekî dijwar bûn. Cihêkarî gelekî hate dîtin, mirov dikarin bêjin ku hem karantîna hem jî kiryarên cudatir bi rengekî tund li ser girtiyên siyasî tên ferzkirin."

'DERFETÊN TEDAWIYÊ BI TEMAMÎ JI HOLÊ HATIN RAKIRIN'

Yolerî destnîşan kir ku girtiyên nexweş ji her demê bêhtir ji mirinê re hatine hiştin û diyar kir ku derfetên tedawiyê bi temamî ji holê hatine rakirin. Yolerî anî ziman ku di vê dema şewbê de li girtîgehan hîn bêhtir mirovan jiyana xwe ji dest dan û destnîşan kir ku girtiyên nayên dermankirin û yên di kategoriya metirsîdar de ne divê bên berdan.

Yolerî diyar kir ku bicihanîna cezayê hukumxwaran dikare bê taloqkirin û girtî jî bi şertê kontrola edlî dikarin bên berdan.