YNK’ê li Awûstralyayê kampanya 'Ji Ocalan re Azadî’ da destpêkirin
YNK’ê li Awûstralyayê kampanya 'Ji Ocalan re Azadî’ da destpêkirin
YNK’ê li Awûstralyayê kampanya 'Ji Ocalan re Azadî’ da destpêkirin
YNK li bajarê Sydney ê Awûstralyayê kampanyaya “Ji Ocalan û tevayî girtiyên siyasî re azadî” da destpêkirin. Rayedarên YNK'ê destnîşankirin ku armanca wan li tevayî Awûtralyayê komkirina 2 milyon îmzeya ne.
Kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Ocalan di Îlona sala borî de hat destpêkirin, berdewam dike û partiyên siyasî piştgiriya kampanyayê dikin. Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK), li bajarê Sydney ê Awûstralyayê kampanyaya “Ji Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê re azadî” dan destpêkirin.
Di şeva bi munasebeta kampanyayê hat organîzekirin de ligel gelek nûnerên partiyên siyasî, hevserokê Komeleya Kurd a Awûstralyayê û endamên wê, nûnerên KNK û PDK’ê yên Awûstralya û her wiha Hunermend Xanemîr jî di nav de gelek kes beşdar bûn.
Axaftina destpêkê ya şevê ji aliyê Berdevkê YNK’ê yê Awûstralyayê Yusuf Omar ve hat kirin. Omar got ku, wê kampanyayê li tevayî welat bi rê ve bibin û hedefa wan 2 milyon îmze ne.
Piştî axaftina berdevkê YNK’ê nivîsek Îngilîzî ya têde behsa jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, revandina bi komployê û esareta Ocalan a li Îmraliyê tê kirin hat xwendin.
Axaftvanên ku di nav de endamên Rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistan, nûnerên PDK û KNK ên Awûstralya hebûn, destnîşankirin ku wê kampanyaya ji Ocalan re azadî tevkariyê li demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bike û her wiha yek ji şertên destpêkê ye ku aştiyeke birûmet were Kurdistan.
Nûnerê YNK’ê Dr. Mofaq Soranî da xuyakirin ku, azadiya Ocalan ne tenê li Kurdistanê, li Tirkiye, Iraq û Îran û heta li Rojhilata Navîn jî ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkan wê roleke girîng bilîze. Soranî di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku tenê muzakereyên jidil dikarin pirsgirêkan çareser bikin û PKK’ê bi vekişînê re di vê mijarê de çi qasî jidil e nîşan daye û pêwîst e bê ku were taloqkirin Tirkiye jî gavên pêwîst biavêje.
Nûnerê KNK’ê yê Awûstralya Brusk Aiveri jî ku bi hêviya başiya tenduristiya Mam Celal dest bi axaftina xwe kir, bal kişand ser çalakiya nobetê ya ew saleke li ber Konseya Ewropa didome. Aiveri, di axaftina xwe de got ku azadiya Ocalan a mîna lehengê gelekî Mandela kilîda herî girîng a demokrasiyê ye û axaftina xwe bi ‘Bijî Kurdistan, Bijî yekîtiya Kurdan’ bi dawî kir.
Piştî Helbestvanê Kurd ê ciwan Ferîd Mexmurî yê li Sydney dijî helbesta xwe ya bi navê ‘Shayînî’ xwend şev bi dawî bû.