YJA Star: Çek û pênûsa Penaber wê li erdê nemîne

Navenda Çapemeniyê ya YJA Starê, ji bo bîranîna gerîla Hîndîstan Penabera a li Dersîmê jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek weşand û got, "Çek û pênûsa wê, wê li erdê nemîne."

Di daxuyaniya nivîskî ya Navenad Çapemeniyê ya YJA Starê de hat bibîrxistin, gerîla Hîndîstan Penaber di navbera 27-29'ê Nîsanê de li Dersîmê di şer de jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Penaber bi rengekî çalak di nava Navenad Çapemeniyê ya YJA Starê de xebitiye û hat gotin, "Heval Hîndîstan bi tevlîbûn, fedakarî û lehengiya xwe, berê kameraya me her tim daye qada çalakiyê."

Daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya YJA Starê ya ji bo bîranîna Penaber wiha ye:

"Di van rojên ku tevgera me ya azadiyê bi êrîşeke dijwar re rû bi rûye, di serî de qada Dersîmê, li hemû çeperên berxwedanê şerê giran diqewime. Li hember van êrîşên dijwar gerîla berxwedanî û qehremaniyeke bêhempa raber dike. Li qada Dersîmê ku hê jî lê şerekî mezin diqewime, di 27-29'ê Nîsanê de hevrêya me Hîndîstan Penaber, tevî grûbeke hevalan bi wêrekiyeke mezin şer kir tevlî karwanên şehîdan bû. Bi vê boneyê wek xebatkarên çapemeniya YJA Star'ê em di şexsê hevrêya xwe Hîndîstan de tevahî şehîdên Dersîmê bibîrtînin û birêzdarî bejna xwe li hember qehremaniya wan ditewînin.

Hevrê Hîndîstan salên dirêj li Navenda Çapemeniya YJA Star'ê bi rengek aktîf kar û xebat da meşandin. Di çapemeniya me de kedeke wê ya pir mezin çêbû. Li ku derê pêdiviya xebatê hebû, heval Hîndîstan bê teredût û bêhesap beriya me hemiyan berê xwe dida wê qadê. Dibe ku pir kes jiyan nekiribe. Lê piraniya wan ji bernama Herdem Gerîla Jin ew nas kirin. Hinekan jî bi riya nivîsên wê yên cûr be cûr ve naskir. Hindîstan bi kar û xebatên xwe, bi deng û rengê xwe tevahî sînor derbas kir û di dilê her mirovek azadîxwaz de cihê xwe girt. Hindîstan bi van xebatên xwe her li gel rêhevalên xwe yên gerîla bû. Dixwest hevrêyên xwe yên gerîla bi rengê wan ê herî xwezayî bi herkesî bide nasîn. Ji bo wê gerîla bi kenê xwe bedew bû. Her digot; "Gerîla bi kenê xwe bedewtir dibe, ji ber di nava wî kenî de êş, jan, bêrîkirin û hesreta azadiyê veşartiye." Ji ber wê di tevahî dîmen û wêneyên wê de, di nivîsên wê de gerîla bi rûkeniya xwe ya herî bedew ve derdiket pêşberî me.

Hevala me Hîndîstan ji tevahî karên şoreşê re bi rengekî cidî nêz dibû û heya ku bi ser nexista teqez dev ji wî karî bernedida. Bi vî rengî di hemû kar û xebatan de bi jêhatîbûn, zindîbûn, coş û kelecana xwe, cihê xwe di civata rêhevalên xwe de digirt. Ji bo Hindîstan hemû qadên jiyanê qadên cengê bû, bi vê zanebûnê bi tevlêbûna xwe ya aktîf herdem serkeftin esas digirt û bi ser jî xist.

Hevrê Hîndîstan bi qasî ku rojnamevaneke serketî bû, gerîlayeke ku di hemû qadên jiyan û çalakiyê de xwedî tevlêbûneke serkeftî bû. Ji ber wê bû ku piştî ked û fedekariya ku di xebatên çapemeniyê de daye, berê xwe da qada cengê ya herî dijwar. Bi israreke mezin berê xwe da sewdaya xwe Dersîmê. Bi salan ji bo berê xwe bide vê qada zor û zehmet pêşniyarên xwe ji rêxistinê re ragihand. Ev pêşniyara wê di sala 2014'an de hat qebûlkirin. Wekî ku dinya hemû bûbû ya wê, hêvî, hesret û heskirina rêhevalên xwe xiste dilê xwe û dest bi vê rêwîtiya xwe ya watedar kir.

Heval Hîndîstan 3 salên xwe li Dersîmê tije tije derbas kir. Her roja li wir derbas dikir weke ku hêjî deynê xwe yê li hember şoreşê nedaye, bi rengek aktîf û bê hesap berê xwe dida her erka rêxistinê. Herî dawî, tam jî bi rengekî layîqê vê tevlêbûn û keda wê ya bi salan, bi qehremanî û wêrekiyeke mezin singe sing bi dijmin re kete nav pevçûneke dijwar û heya guleya xwe ya dawiyê şer kir û tevlê karwanên şehîdan bû.

Bêguman weke hevrêyên heval Hîndîstan li hember vê sekna wê ya qehreman, em bi serbilindî şehîdbûna hevrêya xwe pêşwazî dikin. Em di wê zanebûnê de ne ku di van rojên ku şerên dijwar li tevahî qadên gerîla diqewime, barê me ji herdemê zêdetir giran bûye.

Bi vê zanebûnê em ê bi tempo, bi tevlêbûn, fedekarî û qehremaniya hevala xwe Hîndîstan berê kadraja xwe herdem bidin qadên cengê. Emê berxwedanî, wêrekî û fedekariya ku hevrêyên me yên gerîla li her qadê didin ji tevahî mirovahiyê re raghînin. Mîna Hindistan emê jî herî zêde kenê gerîla yê ku hemû wateyên jiyanê di hembêza xwe de radike, nemir bikin.

Bi vî awayî di serî de malbata me ya welatparêz, malbata Yûksek, malbata heval Bedran Cûdî, malbata heval Zozan Botan, em ji tevahî gelê Mexmûrê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û careke din li hemer rastiya gelê xwe yê Botanê yê qehreman, em soza xwedî derketina li van nirxên giranbiha didin. Emê bi kar û xebatên xwe, bi tekoşîna xwe ala berxwedanê ya hevrêyên xwe yên şehîd bighînin serketinê. Bi vî rengî jî wê ti carî pênûs û çeka hevrêya me Hindîstan a ku bû şopdara Gurbet Ellî, Arjîn, Denîz û Nûjiyan'an li erdê nemîne."