Xizmên windayan li aqûbeta Gumuş pirsîn

Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên windayan, pirsa aqûbeta Yilmaz Gumuş kirin. Gumuş beriya bi 28 salan li Êlihê ji hêla polîsên Tirk ve hatibû destgîrkirin û ji wê çaxê ve winda ye.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan, bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” çalakiya xwe ya 635'an li ser hesabê xwe yê medya civakî bi weşandina vîdeoyekê li dar xist. Çîroka Yilmaz Gumuş ê ji 21’ê Cotmeha 1993’yan ve agahî jê nayê girtin, di çalakiya vê heftî de, cih girt. Endama Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Derya Yildirim çîroka Gumuş vegot. 
 
Yildirim, diyar kir ku ew di hefteya 635’an de li dadê digerin û wiha axivî: “Yilmaz Gumuş wê demê 17 salÎ bû. Li navenda Êlihê, di studyoyeke wêneyan de dixebitî. Gumuş berî ku nebedî bibe bi demeke nêz bibe ji aliyê Miduriyeta Polîsan a Êlihê ve tê destgîrkirin. Piştî gef lê tên xwarin û tê berdan. Gumuş saet 09.00’ê 21’ê Cotmeha 1993’an, ji bo ku wêneyên Dibistana Seretayî ya li Taxa Yeşîltepe bikêşe, ji cihê kar wênekêşiya xwe digire û derdikeve. Ji wê rojê û şûnde bi tu awayî agahî ji Gumuş nayin girtin û 28 sal in nebedî ye.''
 
Yildirim, bal kişand ser axaftina bavê Gumuş Fahettîn Gumuş a ku gotibû, “Kurê min ji aliyê kesên gef li wî xarin ve hat revandin” û wiha got: “Malbatê serî li hemû saziyên fermî dane. Lê ligel hemû hewldanan jî tu encam bi dest nexistin.”