Yildiz: Pêwîstî bi muxalefeta civakî heye

Parêzera OHD'î Destîne Yildiz: Grev ew rê ye ku dema girtî bêalternatîf dimînin serî lê didin. Daxwazên xwe yên bingehîn dixwazin. Her wiha pêwendiya xwe bi xemsariya derve jî heye. Rêyeke cuda nîne ku karibin dengê xwe lê bilind bikin.

Li girtîgehên Tirkiyeyê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ji 27'ê Mijdara 2020'î û vir ve 133 roj in bi rengekî bêdem û dorveger li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne. Daxwaza sereke ya girtiyan jî bidawîkirina tecrîdê ye.

Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Stenbolê ya OHD'ê ya Herêma Marmarayê Destîne Yildiz li ser grevên birçîbûnê axivî.

Yildiz diyar kir ku girtiyên li girtîgehên li Herêma Marmarayê tên îzolekirin û got, "Tecrîd dewam dike, ji ber şewbê jî ev kiryar gihîştiye asteke cidî. Girtî hîn jî hatine tecrîdkirin. Nikarin hevdîtina rû bi rû bikin, hevdîtina girtî jî ji mehekê kirine sê meh, lê belê dikarin bigihînin çar mehan jî. Li derve planên asayîkirinê dikin, lê li girtîgehan pêvajoya asayîbûnê ji nedîtî ve tên. Li nava girtîgehê girtî tên tecrîdkirin."

Yildiz bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û ragihand ku hin sazî, mîna ÎHD'ê di vê mijarê de hewl didin erk û berpirsyariya xwe bi cih bînin, lê belê têrê nakin.

'DERVE BÊDENG E...'

Yildiz destnîşan kir ku hikumet polîtîkaya bêkesayetîkirinê li girtiyan ferz dike û got, "Grevên birçîbûnê ew rê ye ku dema girtî bêalternatîf dimînin serî lê didin. Mafên xwe yên bingehîn dixwazin. Li aliyekî jî pêwendiya vê yekê bi bêdengî û xemsariya li derve heye. Qadeke cuda nîne ku dengê xwe lê bilind bikin. Derve gelekî bêdeng e."

'MUXALEFETA CIVAKÎ DI VÊ DEMÊ DE DIVÊ XWE NÎŞAN BIDE'

Yildiz destnîşan kir ku grevên birçîbûnê divê rojeva bingehîn be û got, "Em qala rûmeta mirovan, qala mafên mirovan dikin. Daxwazên van mirovan nuqteya herî girîng a avakirina aştiya civakî ye."

Yildiz vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê û doza girtina HDP'ê jî bi bîr xist û got, "Ev herdu bûyer jî tecrîd bi xwe ye. Li dijî vê yekê bi navê OHD'ê tişta ji destê me tê em dikin. Muxalefeta civakî di vê demê de divê bê kirin."