Yildirimê HDP’yî: Hevdîtina Erdogan-Trûmp fiyasko ye
Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Yildirim, ji bo hevdîtina Erdogan-Trûmp re got: “fiyasko”
Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Yildirim, ji bo hevdîtina Erdogan-Trûmp re got: “fiyasko”
Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim têkildarî rojevê li meclîsê di civîna çapemeniyê de axivî.
Yildirim bi qalkirina grevên birçîbûnê yên Nûriye Gulman, Semîh Ozakça û Kemal Gun dest bi axaftinê kir û got: “Divê rayedarên dewletê ji bo van grevên birçîbûnê gavan biavêjin. Ji ber her roj û her saet ji bo wan gelekî girîng e.”
‘GIRTÎGEH BÛNA ÎŞKENCEXANE’
Yildirim diyar kir ku şertên girtîgehan dijwartir bûne û got: “Girtîgeha Elezîzê kampusek e û nû qediyaye. Hê bêyî ku binesaziya wê were avakirin, gelek girtî şandine wê derê û pêkutiyê li girtiyan dikin. Li vê derê li ser girtiyan kontrola tazî tê ferzkirin, avê nadin wan, mafên civakî nayên bikaranîn û mafê revîrê tê astengkirin.”
HEVDÎTINA TRÛMP-ERDOGAN
Yildirim li ser hevdîtina Erdogan-Trûmp jî axivî û got: “Têkildarî hevdîtinê qala armancên Erdogan ên berî ku biçe nehate kirin. Dema qala YPG’ê kirin Trûmp keniya. Trûmp kurt birrî û qala hevdîtina bi Lavrov re kir. Bi rastî çi hate axaftin, biryara çi hate dayîn? Bi deh hezaran km çû, bi hefteyan hate nîqaşkirin. Encam, nediyariyeke mezin. Ma ji bo 20 deqîqeyan çû wê derê?
‘EM LI DIJ IN KU RÊVEBERÎ LI NAVENDEKÊ BE’
Yildirim qala hevdîtina Tûncay Ozkan û Eren Erdem a bi Demîrtaş re kir û got: “Sosreteke hiqûqî û îdarî heye. Yek ev e ku Demîrtaş û Yuksekdag û parlementer di girtîgehê de ne. Ya duduyan jî ev e ku parlementerên ji partiya wan nikarin biçin hevdîtina wan lê parlementerên din dikarin wan bibînin. Sosretiyeke din jî ev e ku, tu yê bibêjî qey Demîrtaş bi riya parêzerên xwe nikare peyama xwe bide ku parlementerên partiyeke din peyama wî radigihînin. Jixwe Demîrtaş diyar kir ku em têkildarî xweseriyê hîç neaxivîn. Em li dij in ku ev dewlet tenê ji cihekî were birêvebirin. Ev di bernameya me de heye. Fikra me ya xweseriyê, polîtîkaya partiya me ye.
‘DESTHILATDARIYÊ DEV JI ÇARESERIYÊ BERDA’
Yildirim li ser hin pirsên pêvajoya çareseriyê jî got: “Dema ku li welatî şer jî hebû me diyalog, çareserî û aştî parast. Desthilatdariyê dev ji çareseriyê berda. Roja ku li vî welatî aştiyeke mayînde pêk hat bila ew roja me ya dawîn a siyasetê be. Em li ser fikra çareseriyê ne. Ji bo vê jî em dikarin peywira xwe bi cih bînin.”