'Tenê pêvajoya ku wê li Imraliyê dest pê bike dikare çareseriyê bîne'

Yildirim diyar kir îdîayên pêvajoya çareseriyeke nû operasyona çêkirina têgihînê ne û  ji bo çareseriyeke rasteqîn Imralî destnîşan kir.

Berpirsê Ji Rêxistinkirina HDP’ê, Alîkarê Hevserokê Giştî Wekîlê Wanê Nadir Yildirim li ser îdîayên pêvajoya çareseriyê axivî û got ev operasyona çêkirina têgihiştinê ye û ji bo çareseriya raqeqîn Î

mralî destnîşan kir..

 ‘KRÎZ Û KAOS BI TECRÎDA LI SER OCALAN DEST PÊ KIR’

Yildirim bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girêdana wê ya bi şer re wiha got: ‘’pêvajoya ku welat kişande rojên tarî, darbe, kaos, krîz û şer bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Imraliyê dest pê kir. Navenda êrîşê ya vê blokê bi teqezî li ser Imraliyê dest pê kir.’’

 

Yildirim bi domdarî got heke ew bikaribin tecrîda girankirî ya li Imraliyê, nehiqûqî û polîtîkaya zextê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  û konsepta şer û faşîsmê bişkînin di serî de hevserokên wan û wekîlan dikarin azad bikin.

Li ser îdîayên pêvajoya çareseriyeke nû ya ku di hin organên medyayê de jî têne axaftin jî Yildirim got desthilatdariya Erdogan û Bahçelî, rêbazan wan a têkoşînê di serî de şerê psîkolojîk e û got: ‘’Ji bo vê jî nîqaşên pêvajoyeke nû û nîqaşên hevdîtinê, ji hela nûçegihanên ku ji bo operasyona çêkirina têgihiştinê ve hatine peywirdarkirin ve têne serwîskirin û ti rastiya van îdîayan nîn e. Ev bi teqezî bi mebesta çêkirina têgihiştinê ye û derewên bi mebesta şerê taybet e.’’

 ‘DI MIJARA ÇARESERIYÊ DE TEKANE ADRÊS OCALAN E’

Yildirim got ji bo pêvajoyeke nû divê dewlet bi hemû organên xwe ve dev ji dijminatiya Kurdan biqere û got, ‘’pêvajoya derbas bûyî nîşanî me daye ku tekane adrêsa çareseriyê heye. Di serî de mijara azadiyê ya Kurdan, muxatabê sereke yê demokrasî, azadî û aştiya Rojhilata Navîn Birêz Ocalan e.’’

 ‘JI BILÎ OCALAN HEMÛ MUXATAB QELP IN’

Yildirim ê HDP’yî got pêvajoyeke ku wê li Imraliyê dest pê bike rasteqîn be, bibe xwedî mîsyoneke ku hêviyan çêbike û wiha got: ‘’Ji bilî vê her cur pêvajoa û muxatab wê qelp bin. Ji bo gelê me jî bersiva rewşeke berevajî vê wê nebe.Em dizaninn ku hin alî, hin Kurdên ku ji hêla Kurdan ve weke hevkar têne naskirin, aliyekî wan xwe dispêrê PDK’ê ye, hin kesên ku aliyekî wan xwe dispêrê Qesrê û kesên ku ji wan dixwazin bixwin di nav hewldaneke sextkarî û helwesteke sextekarî de ne. Heke hişkere were gotin di alî û niyeteke van a ji bo çareseriyê nîn e.’’

Yildirim bi berdewamî wiha got: ‘’Kengî bi pêvajoyeke ku bi Imraliyê re dest pê kirî konsepta şer a ku gelê me dijî biguhere û ev konsept bişike wê demê em dikarin hêvî bikin ku ji bo gelê me pêvajoya çareseriya demokratîk dest pê bike. Di rewşeke berevajî vê de mirov li benda tiştekî wiha be wê nêzîkatiyeke xeyalî be.’’