Yildirim: Dengê 'NA' wê li Serhedê di asta rekorê de be
Di çarçoveya plansaziya hevpar a KCD, HDK, HDP, DBP û TJA'yê de, civîn û serdanên gel ên li herêma Serhedê bi bajarê Îdirê dewam kir.
Di çarçoveya plansaziya hevpar a KCD, HDK, HDP, DBP û TJA'yê de, civîn û serdanên gel ên li herêma Serhedê bi bajarê Îdirê dewam kir.
Di çarçoveya plansaziya hevpar a KCD, HDK, HDP, DBP û TJA'yê de, civîn û serdanên gel ên li herêma Serhedê bi bajarê Îdirê dewam kir.
Heyeta ji Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, Cîgira Hevserokên DBP'ê Gulcîhan Şîmşek, parlamenterên HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Mehmet Emîn Adiyaman, Berdan Ozturk, Alîkara Hevserokên HDP'ê Fatma Kûrtûlan, endamên Desteyên Rêveberiya Navendî û Meclîsên Partiyê yên DBP û HDP'ê, Hevşaredarên Îdirê Mûrat Yîkît, Şaziye Oner, Hevserokê HDP'ê yê Îdirê Hasan Sefa di destpêkê de li nava bajarê Îdirê geriya û berê xwe da meydana Dogûbeyazitê.
Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman di destpêkê de ji gel re axivî û got, "Ev destûra bingehîn a pêşkêşî referandûmê tê kirin, tekparêz û mezhebîparêz e. Cihê ti ji me di nav de nîne. Lewma destûreke bingehîn a tekparêz e. Dengdan li ser hilbijartina padîşahekî, xelîfeyekî ye. Bi vê sîstemê re dikarin xwe xelîfe jî îlan bikin. Ji ber vê yekê, divê di 16'ê Nîsanê de em ji destûra bingehîn a padîşah re bêjin 'NA'. Di heman demê de ji komkujî û şîdeta ev 2 sal in li erdnîgariya me tê kirin re bêjin NA. Îdir wê ji rejîma tekparêz re bi dengê NA bersivê bide."
Cîgira Hevserokên DBP'ê Gulcîhan Şîmşek jî got, "Di nava vê destûra bingehîn de tiştekî ji bo gel nîne. Ji ber wê em ê bêjin NA."
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim jî destnîşan kir, ku ew li bendê ne Serhed di dengê 'NA' de rekorê bişikîne û got, "Em ji xwişk û birayên xwe yên Kurd, Azadî, Tirk bawer dikin û dibêjin; ji Serhedê wê di asta rekorê de dengê NA derkeve. Herî kêm em ê ji sedî 80'ê ê dengan bigirin. Yên ku bi rêbazên rewa nikarin bi me, polîtîkayên şîdetê xistin dewrê. Siyasetmedarên me girtin, dest danîn ser şaredariyên me. 16'ê Nîsanê ji bo me referandûma qebûlkirin-qebûlnekirina girtina Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tûncel e. Eger em bêjin NA, hingî em ê deriyê aştiya mayînde li vî welatî vekin."
Piştî vê kombûnê, heyetê berê xwe da navçeya Bazîd a Agiriyê.