‘Yên wê rojê Madimak dorpêç kiribûn îro welat dorpêç kirine’

Sekreterê Giştî yê PSAKD’ê Kaplan gotina Pîr Sûltan Abdal a “Di pergala têkçûyî de çerxa saxlem tune” bi bîr xist û got ku zivirîna wê çerxê didome. Kaplan got “Yên wê rojê Madimak dorpêç kiribûn îro welat dorpêç kirine. Em ê teqez vê tarîtiyê têk bibin."

29 sal bi ser Qetlîama Madimakê ya bi destê dewleta Tirk a faşîst hatiye kirin re derbas dibe. Di 2’yê Tîrmeha 1993’an de beriya Mîhrîcana Çandî ya Pîr Sûltan Abdal, koma paşverû û şerîatger bi hefteyan belavokên ku di nav wan de kîn û dijminahî hebû belav kir, gelek rewşenbîr, nivîskar û hunermendên ku wê bihatibana Sêwasê wek hedef nîşan dan û amadekariyên komkujiyê beriya çend rojan dest pê kiribûn. Di 2’ê Tîrmehê de bi hezaran alîgirên şerîetê bi berzkirina dirûşmeyên tekbîrê, hatin ber Otela Madimakê ya ku hunermend, rewşenbîr û nivîskar ji bo beşdarî çalakiyê bibin hatibûn û lê diman. Pêşî koma olî ya faşîst ku wesayîtên li ber otêlê şewitandin, piştre jî bi keviran li oteleê dan û perdeyên otêlê şewitandin.

33 KES BI ŞEWITANDINÊ HATIN QETILKIRIN, KUJER HATIN PARASTIN

Navê 33 kesên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan wiha ne: Mûhîbe Akarsû, Mûhlîs Akarsû, Gulender Akça, Metîn Altiok, Ahmet Alan, Mehmet Atay, Sehergul Ateş, Behçet Aysan, Erdal Ayranci, Asim Bezîrcî, Belkîs Çakir, Serpîl Canik, Mûammer Çîçek, Nesîmî Çîmen, Carîna Cûanna, Serkan Dogan, Hasret Gultekin, Mûrat Gunduz, Gulsum Karababa, Ûgûr Kaynar, Asaf Koçak, Koray Kaya, Menekşe Kaya, Handan Metîn, Saît Metîn, Hûriye Ozkan, Yeşîm Ozkan, Ahmet Ozturk, Ahmet Ozkyurt, Nûrcan Şahîn, Ozlem Şahîn, Asûman Sîvrî, Yasemîn Sîvrî, Edîbe Sûlarî, Încî Turk, Kenan Yilmaz.

Tevî belavokên ku çendîn hefte berê hatibûn belavkirin jî dewleta Tirk a faşîst mudaxele nekir, berovajî vê yekê kiryarên piştî komkujiyê parast. Serokkomarê Tirk ê wê demê Suleyman Demîrel komkujî weke ku provokasyonek neheq e pêşwazî kir û serokwezîr Tansû Çîller jî kêfxweş bû ku kujeran zirar nedîtine.

PÊVAJOYA DARIZANDINÊ

Di êrîşa qetlîamê ya ku 15 hezar kes beşdar bibûn de tenê 18-28 kes hatin destgîrkirin. Di doza ku derbarê 124 kesan de bi hinceta “hewldana guhertina pergala makezagonî ya laîk û avakirina dewleteke olî” hatibû vekirin, di sala 1994’an de 37 bersûc hatin berdan û ji 2 heta 15 salan jî cezayê girtîgehê li 87 bersûcan hat birîn. Di dozên ku di sala 2012’an de dewam kirin de nehat qebûlkirin ku komkujî sûcê mirovahiyê ye û ji bo kiryaran jî biryara dem li ser doza wan re derbas bûye hat dayîn. Ji ber ku ev doz di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê yên di Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê (TCK) de nehate dîtin, doz rastî derbasbûna demê hat. Li dadgehê doza 3 berpirsyarên komkujiyê yên reviyan û li derveyî welat bûn ku di 28'ê Hezîranê de dihat dîtin, daxwaza malbatan a redkirina dadger li dadgehê nehat qebûlkirin û doz taloqî 21’ê Îlona 2022’an hat kirin.

Sekreterê Giştî yê Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Pîr Sûltan (PSAKD) Ozgur Kaplan di 29’emînb salvegera Komkujiyê de ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku helwesta dewleta Tirk a li hemberî komkujiyê mîraseke ku ji Împaratoriya Osmanî ve maye.

HIŞÊ KU ELEWÎ QETIL KIRINE ERMENÎ, RÛM Û KURD JÎ QETIL KIRINE

Kaplan bi bîr xist ku aqilê dewletê her tim dijminê gelê Elewî bûye û got, “Mejiyê dewletê yê dijminatiya Elewiyan dike di rastiyê de li dijî mejiyê gelan e. Ev aqil, aqilek e ku hemû hebûnên xwezayê fêrî qenciyê dike. Ji ber vê yekê Elewî ne tenê wekheviya mirov û mirov, nêzîkatiya wekhev û adil a mirov li xwezayê jî diparêzin. Elewîtî dibêje yê ku bi yek çavî li 73 miletan nenêre ne ji me ye. Ango pêwîst e her Elewiyek biratiya gelan dawerîne nav hemû jiyana xwe û belav bike. Ev yek ji şertên Elewîtiyê ye. Di encamê de hişê ku em qetil kirin, Ermen, Rûm û Kurd jî qetil kirin. Ji ber ku ji hatina me ya li kêleka wan gelan û têkoşîna me ya ji bo demokrasiyê aciz dibin.”

EM NE NOTIRVANÊN KOMARÊ NE, NE JÎ YÊN KU HEWCE YE BÊ BIŞAFTIN IN

Ozgur Kaplan bertek nîşanî vê yekê ku her kes li gorî xwe gelê Elewî pênase dike da û got; “Ji hêza ku komar ava kiriye bigire heta bi hawîrdorên ku şerîatê dixwazin, hin kes wan weke notirvan-garantiya komarê, hinekan jî weke civaka ku divê bê guhertin, ango asîmîlekirin dibîne. Em li dijî her du nêzîkatiyan in. Hemwelatîbûna wekhev nayê vê wateyê ku li ser navê hin kesan li welatekê notirvan-ewlekar e. Ew bi hev re jiyanek bi rûmet e.”

EM Ê VÊ TARÎTIYÊ TÊK BIBIN

Sekreterê Giştî yê PSAKD’ê Kaplan gotina Pîr Sultan Abdal a “Di pergala têkçûyî de çerxa saxlem tune” bi bîr xist û got, “Lewre zivirîna wê çerxa pergala têkçûyî didome. Mînak, dema ku li vî welatî bi hezaran mirov ên ku qesta canê ti kesî nekirine û tenê bi siyasetê fikrên xwe anîn ziman, di girtîgehan de ne, qatilê Madimakê Ahmet Tûran Kiliç yê qeyda wî heyî hat berdan. Bi rastî em Elewî vê pêvajoyê wiha tînin ziman: Yên ku wê rojê Madimak dorpêç kirin, îro jî welat dorpêç kirin. Em ê teqez vê tarîtiyê têk bibin.”